Diyarname
Pêşî li wêneyê binêrin, dûre li bûyerê. Wêne şanî me dide ku li ser kargehê "Berî her tiştî mirov" nivîsandiye. Lê bûyer vê nîşan nade. Li navçeya Dursunbey a Balikesîrê 250 metre di bin erd de roja 23'ê vê mehê teqîna grîzu pêk hat, têde 13 madenkarî jiyana xwe ji dest da.
Tê îdîa kirin ku di madenê di boriyên gazê de pirsgirêk hebûye loma teqîn pêk hatiye. Mustafa Saygili (Birê İbrahim Saygiliyê ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye) dibêje, "Pênc rojên dawîn in ku birê min digot, 'kekê di madenê de gaz di ber re diçe. Malzemeyên xirab ên Çînê bikar tînin'."
Li heman cihî di 1'ê pûşpera 2006'an de jî dîsa teqîneke wisa pêt hatibû û wê çaxê 17 kesî jiyana xwe ji dest dabû.
Pêşiyên me gotiye, "gotin û kirin nabe yek". Mînaka vê li vir e, gotin heye, lê kirin nîn bi awayekî din e.