Diyarname
Li Wanê rojnameyeke bi navê "Van Times" bi çar zimanan derket. Rojnameya 12 rûpelî bi kurdî, tirkî, îngilîzî û farisî derket.
Gerînendeyê Giştî yê Rojnemayea Şehrivan Aziz Aykaç niha bi navê "Van Times" rojnameyeke bi çar zimanî derxist.
Van Times bi kurdî, tirkî, îngilîzî û farisî wê weşanê bike û di weşana xwe de dê nûçe, gotar, lêkolîn û hevpeyvînan biweşîne. Rojnameya ku hejmara xwe ya yekem derxist wekî rojane wê derkeve. Rojnameyê di hejmara xwe ya yekem de mebûsên jin ên BDP û AKP'ê kirine manşet û sernavê "Firs Layd'yên Wanê" bikar aniye.
Aykaç li ser rojnameyê wisa gotiye: "Li Wanê piraniya serjimariyê kurd in loma bi kurdî. Gelek koçber tên wanê ji bo wan farisî, tirkî zimanê me yê hevpar e û îngilîzî ji ber ku zimanekî gerdûnî ye wan ew bikar aniye."
Rojname rojane, 12 rûpel û bi reş û spî wê derê.
Kunyeya Rojnameyê:
Xwedî: Azîz Aykaç
Gerînendeyê Weşanê: Selim Kemaloglu
Midûrê Karên Nivîsaran: M. Nezir Parsak
Ev nûçe ji malpera rojnameya Şehrivan hatiye girtin û kurtkirin