Diyarname
Pirtûkek nû a helbestan "Av û Berf" ji Weşanên J&J derket. Pirtûka helbestan a Cîhan Roj gihîşt ber destê xwendevanan.
Cîhan Roj ji sala 1993'yan ve bi kurdî dinivîse. Wekî yekem pirtûka wî di sala 2002'yan de bi navê "Ratîka" pirtûka wî ya helbestan derket. Roj heta niha pirtûkên çîrokan nivîsîn, roman nivîsîn lê helbest li cih ma û niha pirtûka wî ya duyem a helbestan bi navê "Av û Berf" derket.
Di pirtûkê de bi ser sedî re helbest hene. Ji salên 90'î, salên 2000'î û helbestên di van deh salên dawî de wî nivîsandine di pirtûkê de cih girtine. Lê çîroka nivîsandina vê pirtûkê diçe sala 2003'yan ku li îzmîrê di roja ziman de dema ew helbestan dixwîne û dengbêj Nîhat klaman dibêje, jê tê xwestin ku helbestek din jî bixwîne. Û wê rojê bîra amadekirina pirtûka helbestan dike.
Vaye helbestek ji pirtûkê:
ÇÎROKÊN DERÎ LÊ VEKIRÎ
Destên min ber bi te ve vekirîne
dûr î tu
dûr dûr..
Hewr bûyî tu, bêyî ba, diherîk
birîna bi min re bi tariyê rapêçayî
zarokek dimeşe aniha
birîn li min bû dilopek şîregermî
hildibe dildibe ber bi hewr ve
peyv şil dibin
bê nukul e ev kevok êdî
zarokek dimeşe aniha
deriyên çîrokan vekirî dihêle bi çûyîna xwe re...
ey helbestyar
destê demê neşo;
gotinên krîstalî yên negotiyan wê bişkên
(2006)
- Av û Bef / Cîhan Roj / Helbest / Weşanên J&J / 145 rûpel / 2018