logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî
  2. ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
  3. Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez
  4. Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
  5. Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt
news-details

Pêşangeha "Bêmirinî" li benda we ye

Pêşangeha wênesazê kurd Ahmet Guneştekin bi navê "Bêmirinî" li Casa Dell'artê li benda mêvanên xwe ye. Guneştekin bi wên

  • Dîrok: 05/02/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Pêşangeha wênesazê kurd Ahmet Guneştekin bi navê "Bêmirinî" li Casa Dell'artê li benda mêvanên xwe ye. Guneştekin bi wêneyên xwe li ser erdnîriya Mezopotamya û Anatoliyê li bêmiriyê digere.

Wênesaz Ahmet Guneştekin li Batmanê hatiye dinê. Dema hê zarok bûye di dibistana seretayî pola sisêyan de xelata xwe digire. Hevnasiya wî hê wê demê bi boyaxa donîn re çêdibe. Dema diçe lîseyê yekem pêşangeha xwe vedike. Guneştekin diçe Akademiya Hunerên Bedew a Zanîngeha Mîmar Sînanê lê piştî demekê dest ji dibistanê ber dide. Ew dûre perwerdehiya xwe ya lîsanên di beşa Karsazî ya Zanîneha Anadoliyê temam dike. Wênesaz Guneştekîn ku di sala 1997'an de li Beyogluya Stenbolê atolyeya xwe vedike, heta niha gelek pêşangehên têkel û serbixwe vekiriye. Pêşangeha wî ya bi navê "Karanliktan Sonraki Renkler" (Rengên Piştî Tarîtiyê) ku li AKM'ya Stenbolê vedike bi eleqeyeke mezin re rû bi rû dimîne. Ev yek dike ku ew li nav cîhana hunerê û wênesazan nav bide.  Heta niha wêneyên Guneştekîn di nav gelek koleksiyonan de cih girtine.
Guneştekîn ku bi Coşkun Aral re di belgefîlmê "Haberci" de cih digire, di sala 2005'an de ji bo TRT'ê dest bi kişandina belgefîlmê "Guneşin İzinde" ku li Tirkiyeyê tekane belgefîlmê bi temaya huner e.  Guneştekîn di vê bernameyê de digel hostayan hunerê dibe bajarên Anadoliyê.

Wênesaz Ahmet Guneştekîn vê carê jî bi pêşangeha xwe ya bi navê "Olumsuzluk" (Bêmirinî) derket pêşberî hunerhezan. Pêşangeha Guneştekîn 5'ê mehê li Casa Dell'artê vebû û heta 27'ê vê mehe wê li dar be.

Guneştekîn di vê pêşangeha xwe de fîgurên mîtolojîk ên Mezopotamya û Anadoliyê, bi pir-rengî, bi hunere bêhempa pêşkêşî hunerhezan dike.

Ew di wêneyên xwe de her dikeve dû çîrokên mîtolojîk, deng û rengên li nav jiyana mîtolojîk derdixe holê, wan xêz dike, reng dike, şikl û şemaleke nû li wan bar dike û pêşkêş dike.
Heta niha wî gelek çîrokên mîtolojîk di wêneyên xwe de anîne ziman. Niha jî ew beşeke ji van çîrokan pêşkêşî wênehezan dike.
Di wêneyên ku niha di vê pêşangehê de cih girtine de navê "Dengê spî", "Şahmaran", "Hêza Medûsa", "Deriyê Trûva", "Ferhad û Şîrîn", "Firtoneya Spî", "Vejîn", "Nobedarê Sibê", "Dilopek Hêstir", "Wekî Memê", "Lava", "Baskê Asîmanan", "Nefesa Dawî" li wan hatiye kirin.
Her wêne ku bi çîrok û rengên zelal balê dikişînin de bi taybetî wêneyê "Deriyê Truva" bi her awayê xwe dibêje "Ez li vir im." Wêneyê "Deriye Truva" yê ku bi teknîkek têkel hatiye çêkirin, bi mezinahî (250 cm x 550 cm), bi keda xwe ku lê hatiye xercikirin, bi dîtbarî û şiklê xwe gelek bala temaşevanan dikişîne.

Ji bo eleqedaran:
Casa Dell'art
Kolana Îstîklalê, No: 163 Qat: 3 Beyoglu / Stenbol

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Wan û Amedê daxuyaniyên alîkariya ji bo Somayê

ad

Wesiyeta Wanli: Min li Amedê veşêrin

ad

Rêveberiya KNK'ê karbeşiya xwe pêkanî

ad

Tîma Cizîr bû şampiyonê tûrnûvaya basketbolê ya jinan

ad

Pêşbaziya Apê Mûsa li benda berheman e

ad

Şanogeha Muammer Karaca dê vebe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

  • 10 06 2026
news

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

  • 09 06 2026
news

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

  • 10 06 2026
news

Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

  • 10 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname