Diyarname
Çapemeniyê ragihand ku Angelina Jolie û Brad Pitt zewicîn; Tu dibêjî qey xema wan e. Ew ji xwe bi salan e bi hev re ne.
Malpera rojnameya New York Daily News du nûçeyên du kovaran dan hev: Li gor kovara magazînî ya Starê Angelina Jolie û Brad Pitt bi hev re ziwecîn, li gor kovara People jî ew nezewicîn.
Edîtorê kovara Starê Candace Trunzo ragihandiye ku ew pê hesiyane Jolie û Pitt di dêreke biçûk de zewicîne. Lê ev yek ji bo wan ne xem e ji ber ku jixwe ew bi hev re ne û heta niha zarokên wan jî çêbûne. Her wiha tê gotin ku Jolie ji bo cêwiyan bîne dinê bi hemle jî.
Heta niha Jolie â Pitt ji Kamboçyayê zarokek bi navê Maddox (6 salî), ji Wîetnamê Pax (4 salî), ji Etiyopyayê Zahara (3 salî) wekî weled girtin û xwedî dikin. Û zarokek wan bi xwe Shilohê jî dikeve du saliya xwe.


