Diyarname
Serdar Ortaç ku di şeva MGD'ê de kefçî û çetel atibû hunermend Ahmet Kaya îro poşmaniya xwe anî ziman.
Di rojnameya Milliyetê de Pelin Çini bi hunermend Serdar Ortaç re hevpeyvîneke kir. Di hevpeyvînê de pirsa şeva MGD'ê (Komeleya Rojnamegerên Magazînî) ku di wê şevê de hunermend Ahmet Kaya xelat girtibû û gotibû, "Ezê straneke bi kurdî bistrêm, jêre klîbeke çêbikim û televîzyonên dilpola hebin dê vê klîbê biweşînin." Li ser van gotinan di serî de Serdar Ortaç û hunermendên din ên neteweperest bi ser Ahmet Kaya de girtibûn, Ortaç jî têde hinan kefçî û çetel bi ser Kaya de avêtibûn. Dûre jî Sirûda 10 salî ya Komara Tirkiyeyê xwendibûn. Piştî vê bûyerê Kaya mecbûr mabû ku derkeve derveyî Tirkiyeyê û li sirgûniyê Kaya jiyana xwe ji dest dabû.
Bi ser bûyerê re 10 sal derbas bû û îro Serdar Ortaçê ku wê şevê bi hemû kîna xwe kefçî û çetel bi ser Kaya de avêtibû li xwe mikur hat.
Di hevpeyvîna Milliyetê de li ser vê beşê pirs û bersiv wisa ye:
Bi pêşîlêvekirina pirsgirêka kurd re dîmenên êrîşa li hemberî Ahmet Kaya ku tu jî di nava wê komê de bûyî hatin weşandin. Dema te ev dîmen temaşe kirin te çi hîs kir?
Serdar Ortaç: Li ser vê mijarê hevoka yekem: Ez gelek poşman im. Di sala 1999'an de dev ji xwendina strana bi kurdî jî berdin li kuçeyan bi kurdî nedahit axaftin jî. Ez jî ciwan û cahil bûm. Bi ya min wê şevê di tiştên hatin jiyîn de tu sûcê Ahmet Kaya nîn bû. Piştî axaftina Ahmet Kaya ez li ser dikê bûm û ji nişke ve wekî her ciwanê tirk hestên min jî rabûn û min dest bi xwendina Sirûda Deh Salî kir. Ji ber ku min sirûd xwend ez ne poşman im lê helbet ew kêlî xeta bû. Bi kurtahî divê destûr bidana ku Ahmet Kaya bi kurdî stranan biwîne.
Heman tişt îro çêbe tuyê çi bikî?
Serdar Ortaç: Îro heman tişt çêbe qethiyen ezê heman reaksiyonê nîşan nedim. Hikumetê me yê niha bi hevre jiyanê hînê me dike. Bi rastî dixwaze em vê fêm bikin. Di dema Împaratoriya Osmanî de çawa gelek milet bi hev re jiyane, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çawa ew qas komên etnîkî dikarin bibin yek em jî divê bikaribin. Divê em di vî warî de bi ser bikevin. Di vê mijarê de gotina min a dawî: Ji ber ku wê şevê min di lînckirina Ahmet Kaya de rol girt ez gelek poşman im. Îro heman tişt çêbibe qetiyen ezê heman tiştî nekim. Ez piştgirî didim xwendina stranên bi kurdî lê ez qet naxwazim şehîdan jî bibînim. Divê em hîn bibin ku em bi hev re bijîn