Diyarname
Çapa pirtûka orjînal a helbestvanê fransiz Charles Baudelaire "Les Fleurs du Mal" (Kulîlkên Xirabiyê) di mezatê de hat firotin. Pirtûk bi 775 hezar Euroyî (nêzî 1,8 mîlyon TL) hat firotin.
Charles Baudelaire yek ji helbestvanên navdar ê fransiz, yê sedsala 19'an e. Ji bo çapa orjînal a pirtûka wî ku wî bi xwe îmze jî kiribû mezateke li Otela Drouot a li Parîsa Fransayê hate li dar xistin. Di mezatê de 180 nameyên aîdê helbestvan, pirtûk û amûrên wî yên din hatin firotin. Ji van bi giÅŸtî 4 mîlyon û 50 hezar euro pere hat bi dest xistin.
Pispor François Valleriauks da zanîn ku yekem pirtûka "Kulîlkên Xirabiyê" bi ew qas pereyeke zêde hatiye firotin. "Kulîlkên Xirabiyê" ku di sala 1857'an de hatibû çapkirin, hebeke din a vê pirtûkê ku ew jî bi îmze bû 2 sal berê li Îngilistanê bi 560 hezar Euroyî hatibû firotin.
Di mezatê de nameya Baudelaire ku ji bo ÅŸêwirmend Nacise Ancelle nivîsandibû jî bi 225 hezar Euroyî hate firotin.