Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
Fêrgîn Melîk Aykoç
Werger; bi giþti tiþtên nivisandî bi wate û naverokê ve ji zimanekî ji bo zimanekî din wergerandin e. Bi taybetî jî di warê zanyarî û çandê de roleke bingehîn dilîze. Bi latînî translation tê gotin. Ev li gel wateya wergerê di wateyên din de jî tê bikaranîn. Peyva latînî wateya xwe ya bingehîn ji daçeka “trans” (di ser re, sererast, di nav re) digire.
Divê mirov weregerê têke du beþ, yek wergera ji tîpên cuda ku bi latînî jê re “transkription” tê gotin. Ya duyem jî, wergera nivîsên zimanekî ji bo zimanekî din “translation.” Bêguman pêdiviya me kurdan bi her duyan jî heye.
Transkription
Ji ber ku kurdî bi çend alfabeyan hatiye nivîsandin, ji bo ku em kurd bikanin berê zanyariyên ziman û çandên din hev têbigihîjin, divê, berhemên bi tîpên erebî û kirîlî hatine nivisandin, ji bo tîpên latînê werin wergerandin, yan jî transkripandin. Li gel wan klasîkên me bi zêdehî di bin bandora erebî de ne, nivþên nû hîç nikane wan têbigihîjin. Divê ew bi kurdiya îro werin nivisandin. Wekî mînak Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi hêla birêz Jan Dost ve ji bo zimanê îro hatiye wergerandin (sipas ji bo wî). Divê hemû berhemên soranî yên girîng ji bo tîpên latînî werin wergerandin ku em bizanin, ka li wê beþê çi hene, em ê çawa bikanin ji wan sûdê werbigirin. Dîsa nivisên bi hewremî, pehlewî ûhwd jî gelek in. Bi dîtina min ev ji wergerandinên berhemên Ewropî girîngtir û pêþektir in. Heta ku em xwe bi giþtî nenasin, em ê nikanibin çandên din jî baþ têbigihîjin.
Girîngiya wergerê
Mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ziman bi xwe heta radeyekê hiþmendî û psîkolojiya mirov bi xwe ye. Li gel wê þêweyeke hebûna ramandin û hiþmendiya mirovbûnê ye. Ew afirandineke civakî, dîrokî, sincî û wergirtina tevahiya azmun û zanistiya civakî ye. Her civak, her kom û komalgeha ziman di dîroka xwe de bi serê xwe di proseseke peresen û pêþveçûnê re derbazbûye. Azmûnên gelan cuda cuda ne, zimanên wan jî li gor pêþveçûna civakên wan e. Lema jî mirov dikan bi hêsanî bibêje ku her ziman li gor rastiya xwe nirxandin û têgihiþtineke cihanî ye. Ji ber vê karekterê jî her ziman xwedanê form, têgîn û peyvên cûda ne. Di wergerandinan de venivisandina van cudahiyan bi serê xwe dewlemendiya form, têgîn û peyvan bi xwe re tîne. Ji bo van venivisandinan asoyên ziman berfireh dibe, rê ji bi awayên cuda bikaranîna peyv û têgînan re vedike. Ji ber vê egerê jî werger di peþxistina zimanan de roleke gelek girîn werdigire.
Çend gotin li ser dîroka wergerê
Bêguman werger bi têkiliya komên mirovan ên di dema berevkirinê de destpêkiriye, bi avabûna bajardewletan re berfireh bûye. Wekî mînak tekiliyên somer û akadan, têkiliyên medan û grêkan û hwd.
Di van salên dawiyê de li ser têkiliya Mîtaniyan û Fraûnan hin agahiyên nû derketin holê. Li Misirê tabletên nivisandî yê Mîtaniyan derketin. Keyayê Mîtaniyan bi þaþî tableteke bi zimanê mîtanî-hûrî diþînin Misirê, ev jî di nava arþîva fraunan de hate dîtin. Ev bi serê xwe baþ nîþan dide ku dîroka wergerê gelek kevn e.
245 sal berê zayînê di bin navê “Sebtuaginta de Tewrat ji bo zimanê grêkî tê wergerandin. Ji ber ku ev tê zanîn û heye.” Ev wekî wergerandina yekem ya bi belge tê nasîn.
Dîsa sala 196 ‘an berê zayînê nivisandinên li ser kevirê di bin navê “Rosette” de tê nasîn, ji bo kiptî (misiriya kevn) û grêkî tê wergerandin.
Di warê wergerê de navê yekemîn navê Hieronymus (331-420 paþ zayînê) e, Wî încîla hebreþî ji bo latînî wergerandiye. Ew niha di nava xiristiyanan de wekî keseke pîrozwer tê zanîn.
Di sedsala 9 – 10’an de li Bexdayê komeke zanyar berhemên zanyarî yên fîlozofên grêkî ji bo erebî werdigerînin.
Dîsa di dîrokê de di warê wergerê de navê “Dibistana Toledo”yê jî gelek girîng e. Wê dibistanê di sedsala 12 û 13’an de berhemên zanyarî yên bi erebî ji bo latînî wergerandine.
Jixwe di vê roja me de êdî werger li ser înternetê jî pêk tê. Wekî mînak mirov dikane piraniya wergerên pexþanên îngilîzî di nava înternetê de bixwîne.
Hin xeteriyên wergerê
Lê hinek xeteriyên wergerandinan jî hene. Bi taybetî jî ji bo me kurdan ev xetere hê zêdetir in. Ji ber ku sazî û dezgeheke me ya navendî-netewî tune, her wergerkar dema peyvekê nebîne bi serê xwe peyveke nû diafirîne. Þaþî di vir de ye. Em parçe parçe ne. Rewþenbîrên me yên li ser bingehê perwerda bi erebî xwendine wergerandinê bi mantiqê erebî, yên bi tîrkî xwendine bi mamantiqê tirkî, yên farisî xwendine bi mantiqê farisî û yên li Ewropayê jî xwendina bi mantiqên wan zimanan peyvan diafirînin, yan jî werdigerînin. Ev jî di ziman de tevliheviyekê gelek xirab derdixe. Ev di nivisandinên kurdan de xwe bi zelalî dide der.
Wekî mînak: Yek ji bo xeyalê peyva “nigaþ”, ez û hin kesên din jî em peyva “xewjîn” hin jî peyva “xewnerojk” bikartînin .
Mînakeke din; hin aqilpîjan peyveke bi navê “metirsî” afirandine. Ev wergerandina peyva tirkî “korkular(imiz)” wateya “tirsnak” û “xeternak” talûke de tê bikaranîn. Ji bin ve þaþ e, ser û binkirina rêzmana kurdî ye. Pêþgîna “me” berlêkera nerênî ya fermanê ye. Gava mirov bibêje “metirse” yanê “netirse!” tirkiya wê “korkma”. Ango gava mirov bibêje “Metirsiyên me hene.” Bi tirkî tê wateya “korkmamalarimiz var” Kurdiya peyva tirkî “korkular” “jêtirsîn tirsnak” û hwd e.
Ev mînakên jor jî gelek baþ zelal dikin ku xeteriyên wergerandinê çi ne.
Divê kesên karê wergerandinê dikin, haya xwe ji rastiya ziman hebin. Bi serê xwe, li gor mantiqa xwe peyvan neafirînin. Peyv afirandin jî bi serê xwe zanyariyeke taybetî dixwaze. Divê ev tenê karê komisyonên zanistî be. Divê mirov peyvan ji zaravayên kurdî yên din werbigire. Gava di zaravayan de jî tunebû, divê mirov wekî hemû neteweyên Indo-Cermen hin têgînên latînî bikarbîne, lê þaþiyan de bi rik nebe.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Ceylanê Xifþê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewþenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Miþko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weþanxaneyên kurdan
***
Ji bo nivîsên din ên li ser WERGERê li beþa 'NÎQAÞ'ê binêrin