Diyarname
Partiya Kedê (EMEP) biryar da ku bêyî beşdarî hilbijartinan bibe, bêyî daxwaz û şertan piştgiriya HDP'ê û berendamê serokomariyê Selahattin Demîrtaş bike.
EMEP'ê di daxuyaniya weşand de û got ku ji bo "Pêşî li pergala yek kesî yê antî demokratîk bigirin" ewê piştgirî bidin HDP'ê.
EMEP'ê wisa got: "Dema HDP bendavê derbas bike ev tê wê maneyê ku AKP 60-70 mebûsî kêmtir derxe. Ji bo pêşî li pergela yek kesî bê girtin, an jî wê pergalê bi paş ve bibin gavek girîng e. Li aliyê din ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin jî hebûna nûnerên siyasî yê gelê kurd li meclisê gelek girîn e."
Her wiha EMEP'ê got ku ji bo wekî 16'ê pûşperê carek din tiştek wisa çênebe di 24'ê pûşperê de ji bo ewlehiya sindoqan û hilbijartinê çi bikeve ser milê wan dê bikin.