Diyarname
Fînala Lîga Şampiyonan di navbera tîma Spanyayê Real Mardîrê û tîma Îngilistanê Liverpool de bê lîstin. Berî maça fînalê dest pê bike stranbêja navdar Dua Lipa dê derkeve ser dikê û bistrê.
Maça Fînalê ya Lîga Şampiyonan roja 26'ê mehê saet 21.45'an de de dê li Ukraynayê bî lîstin. Amadekariyên ji bo fînalê didomin. Yek ji parçeyên amadekariyê jî pêşkêşkirina konserê ye. Hunermenda navdar Dua Lipa berî maçê de performansek taybet pêşkêş bike. Hunermenda îngilîz amadehiyên performansê ji ser tora civakî re pêşkêş kirin.
Hunermenda 22 salî bi almuba xwe li dinyayê nav dabû û albuma wê 2.2 mîlyon heb hatibû firotin. Lipa ji bo strana xwe "New Rules" klîb kişandibû û ev klib mîlyarek car ji ser youtube re hat temaşekirin.
Real Mardîrê tîma Bayern Munih û Liverpoolê jî tîma Roma têk biribû û hatibû fînalê. Maça fînalê vê şemiyê (26'ê mehê) û li Tirkiyeyê ji aliyê TRT 1 ve yekser tê weşandin.
Vaye klîba "New Rules" ku ji mîlyarek car zêdetir hatiye temaşekirin: