• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Komara ên ku xwe vediþêrin

Dîrok : 23 11 2009 | Beþ :

Serbest

Rasîm Ozan Kutahyali

Min di nivîsa xwe ya berê de qala ên ku xwe bi navê weke “laîk,hemdem,Kemalîst” dihesibînin  û li hember elewîyan di nava helwestên biçûkdîtinê de ne kiribû. Min gotibû ku ez ê di vê nivîsê de bi awayekî berfirev li ser vê mijarê bisekinim…
     Di rewþa îro de hemwelatiyên me yên Elewî weke hevalbendên pergalê tên îdraqkirin. Ji ber wê sedemê, feraseta dewletê ya ku wextekê bi her awayî li ser Elewîyan zilm kirî, îro weke ku di pozîsyoneke alîgir de ye xuya dike…Hêviyê ji rewþa giraniya ku wê zindî bê hîþtin ya di nav oldarên sunî û elewiyan de dikin. Em bûn þahidê operasyonên avakirinên kûr ên cidî, yên ji bo van tiþtan jî…Min gelek caran nivisîbû ku, di nav beþeke raya giþti ya oldarên sunî yên Tirkiyeyê de “fobiya Elewîtiyê” heye û  bi saya vê, dibe ku operasyonên avakirinên kûr dikarin fonksiyonel bin. Gava ku hinek herêmên me bînî ber çavan, peyvên weke “ Em elewî û sunî bi sedan salan e ku weke birayên hev bi hev re dijîn” fort in… Oldar wisan in le, hinekên ku di koka xwe de sunî ne û ji xwe re dibêjin “laîk,Kemalîst” ma pir cuda ne? Li van kesên ku gelekî laîk in jî fobiyeke nixumandî ya ji bo elewitiyê nîn e? Qet nebe jî, di der barê elewiyan de ma helwesteke biçûkdîtinê û kêmxistinê nîn e?
     Ji vê re þik nîn e …Bûyera Onur Oymen a dawî ku me jiyayî jî, binehiþiya kemalîzmê ya di der barê têgihana elewitiyê de mînakeke balkêþ e. Tirkên Elewî yên Kemalîst û herî hiþk jî, di mijara “Tevkujiya Dêrsimê” de ji Kemalîstên sunî yen desthilatdar  vediqetin. Bi hurmetî Seyît Rizayê ku hatiye qetlkirin bi bîr tîne. Halbûkî ji bo Kemalîstên sunî, Seyît Riza “eþqiyayekî talanker ku hatiye tunekirin e.” Onur Oymen binehiþiya mirovdewletê desthilatdarê Tirk nîþan daye…Lêbelê qet tu elewî di der barê vê tevkujiyê de tu caran nabêje “heke ku Atatirk kiriye rast e.” Ên ku gotinên tewþ weke “elewî mirovên pergalê ne,gelekên xwe derbeker in û Ergenekonvan in” dibêjin jî, divê vê rewþê li ber çavan bigrin. Divê derûniya hemwelatiyên me yên elewî  baþ tehlîl bikin. Neteweperest, kevneperest û rastgirên ku dema ku elewî dihatin qetlkirin, her tim ji feraseta dewletê re bûbûn alîkar, heta bûbûn piyon jî, divê pêþkêþkirina xwe rexnekirineke rastîn bikin.                               

      Ji bilî tevkujiyê, rewþa dîmena buyerê  li qada jiyana rojane ya civakî jî ne xweþ e…Heke hinek hemwelatiyên vî welatî mecbûr dane hiþtin ku ji bo ku hebûna xwe biparêzin û bigihêjin astekê û ji bo vê nasnameya xwe veþêrîn,ew tê wateya ku ev der welatekî berbat e…Divê em vê biguhêrin…Em li ser qada medyayê bisekinin. Îro di çapemeniyê de hêjmareke mezin ya Kurd, elewî û oldar ku nasnameya xwe vediþêrin heye. Ên ku îmam xetîpbûyîniya xwe û an jî kurdbûna xwe jî vediþêrin hene. Sedema vê, li qada herî “hemdem” be jî hîna jî, hebûna biçûkdîtin û nepejirandina nasnameyan ya ji aliyê feraseta dewleta Tirkiyeyê ve ye. Dema ku ew nasname eþkere dibin, ziyan pê gihandina wan mirovan e. Hefteya borî jî, ji çapemeniyê hinek nav hatin rojevê,gava ku di der barê elewiyan de gotinên biçûkxistinê dikirin, digotin “karê min bi van gundiyan re nîn e.” Bila ev tiþt kesî metel nehêle. Hewcedarî bi agahiya paþgotiniya di der barê kesên mina Fatîh Altayli de ku di vê ferasetê de ne nîn e. Jixwe ên ku dizanin, dizanin ku nasnameya rastîn ya van kesan çi ye û xwedî feraseteke faþîzana çawanî ne...Fatîh Altayli bi awayekî eþkere, ji Eren Keskînê re gotibû “ bila hemû artêþ di ser jineke weke te re derbas bibe.” Piþtre ji ev gotinên xwe yên kepaze parastibûn… Altayli ji Gulay Gokturkê re gotibû “ev dewlet nava çîmên te jî diparêze.” Feraseta vî serî ya ji elewiyan re jî , ji Kurdan re jî , ji oldaran re jî û ji Ermeniyan re jî di nava xwe de bi heman þêweyê ye… Bêguman di jiyana xwe ya taybetî dikare hîn bi azadî çêr bike. Jixwe ji mînakên jorin jî diyar e ku “azadî” ya vî kesî ya li qadên ji raya giþtî vekirî re hîna jî berdewam dike.

    Bi navekî weke Zafer Mûtlû jî ku nasnameya wî ya Elewî Kurd daye veþartin ev derdora çapemeniya Tirk e…Ji ber ku Fatîh Altayli ne bi tenê ye. Mirovên xwedî vê feraseta faþîzan ên “laîk, hemdem” di çapemeniya Tirk de gelek in. Zafer Mûtlû bi îfadekirina nasnameya xwe nikaribû bihata van deran. Ûfûk Guldemîrê rehmetî jî bi heman awayî  her tim nasnameya xwe veþart.Rojnameger  Yavûz Semercî û birayê wî gerînendeyê fîlma Nefes Levent Semercî jî wisa ye. Hîn gelek mînak hene…
   Ma Dorhêla hunerî ji vê pir cuda ye… Va ye me du roj berê salvegera mirina Ahmet Kaya yê ku bi “kuþtineke domdarî” hatiye qetilkirin ku xwe ji îfadekirina nasnameya xwe ya Kurd ranedigirt û ji bo ku li dijî asîmilekirinê derdiket bi bîr anî…  Li welatê ên ku ji ber gotina “Ez Kurd im. Ez ê bi Kurdî stranê bibêjim” hatine qetlkirin, bêguman Hulya Avþar bi salan nikaribû Kurdbûna bavê xwe îfade bike. Heke bi serbestî îfade kiribûya, vê gavê dikaribû li vê astê bûya? Ji ber wê sedemê Îbrahîm Tatlises ku ji her derê re xwe dizirtikîne, mecbûr ma ku li hember talankerên ku digotin “heke tu stranên Kurdî bêjî em ê te li Taksîmê bi dar de bikin” bimelise. Yilmaz û Birayê wî Mistefa Erdogan ji bo îspatkirina xwe yan “dilsoziya bi Dewleta Tirk re” hergav dugav ji weqfa Mehmetçîk re mecbûrî bexþ dayinê kirin. Mahsûn Kirmizigul di fîlma ku çêkiriye de, fikarê ji bi kar anîna  peyva “Pirsgirêka Kurd” jî dike…Hikmet Çetinê ku ji vî welatî re bûye wezîrê karê derve jî, “ heke gotina ku divê em kurdên derve jî wekî xizmên xwe bihesibînin, ku ez bêjim wê þaþ were fêmkirin, divê pêwîste ku tu vê bibêjî û wê hîn rast be Yalim”    wekî ku bi vê gotinê mecbûr ma ku lavayî Yalim Eralpê karmendê ku di bin emrê wî de bike. 86 salên Tirkiyê bi vî awayî derbas bûn.
Lê belê ji vê þûn de wê wisa nebe…Edî cin ji þûþeyê derket..
                                                                        
Ji Tarafê hatiye girtin

Wergera: Sabrî Oymak

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Mizgîn Can behsa Qedrîcan dike: Bavê min bi me te tirkî xeber dida

Mizgîn Can behsa Qedrîcan dike: Bavê...

04 07 2022

Ji 'Qemerê' sê helbest

Ji 'Qemerê' sê helbest

28 06 2022

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip...

22 06 2022

Eþq û êþên Kurdistanê di

Eþq û êþên Kurdistanê di "dîwana þermê"...

20 06 2022

Ev jî hene

Li ser çend taybetiyên edebiyata kurdî ya modern

Li ser çend taybetiyên edebiyata kurdî ya modern

08 02 2014

Piþtî ku xerabû Kobanî…

Piþtî ku xerabû Kobanî…

07 12 2014

Ji Konferansa TZPKurdî

Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket

31 08 2008

Gotina hefteyê: Di OSS'ê de em li dawî ne herin bixebitin

Gotina hefteyê: Di OSS'ê de em li dawî ne herin bixebitin

16 02 2011

Fazil Say nameyeke ji Baykal re þand: Me dengê xwe neda te!

Fazil Say nameyeke ji Baykal re þand: Me dengê xwe neda te!

02 04 2009

Nivîsên Nû

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

Çorê ARDA

Cemil Oguz

‘Her tiþt xweþ e’?

Cemil Oguz

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname