Diyarname
Rojnamegerên Sînornenas (RSF)"Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê ya 2018'an" weşand. Di raporê de Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de du lingên din daketiye. Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê, di nav 180 welatan de bûye 157'emîn.
RSF di raporê dibêje ku ji ber OHAL'ê (Rewşa Awarte) gelek saziyên çapemeniyê hatine girtin û pirdengî tenê bûye para saziyên çapemeniyê yên ku hindik têne firotin.
RSF dibêje ku rewşa niha ya li tu herêma dinyayê ji sala 2013'yan ne baştir e.
Li gor raporê di warê azadiya çapemeniyê de di rêza yekemîn de dîsa Norwec heye û di rêza dawî de jî Koreya Bakur heye.
Ji aliyê azadiya çapemeniyê ve welat par bi par hatine pavkirin. Di para yekemîn de 9 welat hene ku azadî lê pêşketiye. Ji bilî van Sedî 17 di para baş, sedî 35 di pare 'neproblem', sedî 27 di para 'xirab' û sedî 12 di nav para 'herî xirab' de cih girtine. Tirkiye di nav para "xirab" de ji jêr de dirêza duyemîn de ye. Tirkiye di nav hemû welatan mu 180 welat cih girtine di rêza 157'emîn de ye. Ruanda, Belarus, Kongoya Demokrakî, Brunei, Swatini li ser Tirkiyeyê ye. Tirkiye di sala 2010'an de di rêza 138, di sala 2002'yan de di rêza 99'emîn de bû. Bi kurtahî her ku çûye azadiya çapemenî teng bûye û Tirkiye ji rêzê ber bi jêr ve çûye.