Amed
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 7 mebûsên DTP'ê de fezleke amade kir û xwest mafê destlênedana wan bê rakirin.
Dozgeriyê axaftinên van mebûsan ên di demên cur bi cur de kiribûn bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" der barê wan de lêpirsîn da des pê kirin. Dozgerî fezleke amade kir û Wezareta Edaletê re şand ku ew ragihînin meclisê. Dozgerî dixwaze mafê destlênedana mebûsan bê betalkirin û ew bêne darizandin.
Fezleke der barê mebûsên DTP'ê Emine Ayna, Aysel Tugluk, Fatma Kurtulan, Sebahat Tuncel, Sevahir Bayindir, Pervin Buldan û Osman Ozçelik de hatiye amadekirin.