Diyarname
Çîroknivîskar Sîdar Jîr li ser pirtûka xwe ya dawî û wêjeya kurdî axivî û got: "Ne li ser bingeha berxwedanê, li ser çîrokên serketina teknolojiya japonan ez binivîsim dê bi kêrî çi bê?"
Pirtûka Jîr "Handa" mehek berê ji Weşanên Lîsê derket. Sîdar Jîr îro ji bo li ser wêjeya kurdî û li ser pirtûka xwe ya nû biaxive li Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê mêvan bû. Jîr pêşî bi giştî qala wêjeya kurdî û ya dinyayê kir, paşê diyar kir ku bi sedan salan e wêjeya serdestan xwendevanên kurd ji kurdî revandine birine û got: "Ji bo em van xwendevanên xwe bi paş ve bigirin divê çîrokên me ji yên Saît Faik, romanên me ji yên Yaşar Kemal ne kêmtir bin ku em ew xwendevanên me yên ku hatine dizîn bi paş ve bikişînin." Jîr di vir de pirsa zanîna nivîskaran kir û diyar kir ku nivîskarê/a ku zanîna wî/ê têr neke dê xwendevanên xwe çawa têr bike?
Sîdar Jîr qala Amedê û nivîskariya li Amedê jî kir, diyar kir ku li Amedê nivîskarbûn jî zehmet e lê qala avantajên wê jî kir ku li wir xweza heye, kes hene, civak heye ku nivîskar dikarin ji vir sûde bigirin. Her wiha wî da zanîn ku Handa bi xwe ligel ku nav wekî Amed têde derbas nabe jî diyar e li wir e.
Li ser karektera wêjeya kurdan û ya dinyayê û divê çawa bûna wê jî Sîdar Jîr wisa got: "Karaktera wêjeya alman li ser yekîtiyê çêbûye ji ber ku Almanya bûbû du parçe. Yê ereban li ser kesayet e, karaktera wêjeya Rusyayê li ser bingeha çînî derketiye pêş. Yê Amerîkaya Latîn jî li ser tiştşên dijî dagirkeriyê hatiye rêstin. Her yek li ser tiştên divê hatiye sazkirin. Yê me kurdan jî em bixwazin jî nexwazin jî yek divê li ser azadî û ya din divê li ser berxwedanê be ji ber ku pêdivî bi vê heye. Di Handayê de berxwedan heye, ez qala berxwedanek hişk nakim. Li vir berxwedan dij bav e, yan tiştek din e, lê mecbûr e ber xwe bide. Ne li ser vê bingehê be dê bikêr neyê. Ez çîrokên xwe li ser serketina teknolojiya pêşketî ya japonan binivîsim dê bi kêrî çi bên?"