Diyarname
Li Zanîngeha Goethe ya Frankfurtê bi hevkariya xwendekarên kurd û saziyên xwendekarên alman konsera hunermendê kurd Abbas Ahmed tê lidarxistin. Di konsera ku wê êvara vê şemiyê were lidarxistin de, ji bilî mêvanê sereke yê konserê Abbas Ahmed, Hejar Temo û koma muzîka Reggae Ging Dubby jî dê bi muzîka xwe derkevin ser dikê. Ji bilî beşa muzîkê ya ahengê, wê standên taybet yên CD û pirtûk jî werin vekirin.
Konsera ku bi hevkariya Rêxistina Xwendekarên Kurd ên Serbixwe û AStA (Saziya Karên Gelemperî ya Xwendekaran) yên her du zanîngehên Frankfurtê ve tê organîzekirin, ji hêla AMKA´yê (Saziya Babatên Pirçandî ya Frankfurtê) ve jî piştgirîkirin.
Dem: Şemî, 14 Mijdar 2009
Saet: 19.30
Cîh: Studierendenhaus
Mertonstraße 26-28
Frankfurt / Almanya