Diyarname
Hate diyarkirin ku zarok di zikê diya xwe de vegotinênzimanê ku dayik diaxive digire bîra xwe û piştî tê dinê li gor wê "mînaka melodiyê" digirî.
Li gor nûçeya rojnameya alman "Die Welt" li Almanyayê, Serokê Navenda Pirsgirêkên Berî Axaftinê û Kêmasiyên wê ya Klînîka Zanîngeha Wurzburg Kathleen Wermke û ekîba wan lêkolîneke kir. Di encama lêkolînê de derket holê ku zarok di zikê diya we de dengên cihê yên zimanê ku dayik diaxive di bîra xwe de kom dike û dema zarok tê dinê wan "mînakên meladiya" ziman bikar tîne bi vî awayî digirî.
Wermke lêkolîna xwe di kovara "Current Biology" de weşandiye, têde diyar kiriye ku wan li ser 60 zarokên alman û fransiz ku temenê wan 3 an 5 rojî bûn lêkolîn kiriye. Di vir de wan frekansa spektrumên zarokan de cudahî tespîk kiriye.
Li gor vê jî fêmkirine ku bi dawiya kîteyên almanan di derblêdana peyvan de kêmbûnek, di ya fransizan de jî zêdebûnek derketiye holê. Bi vê yekê re zarokên alman bi toneke bilind dest bi giriyê kirine û asta dengê giriyê wan têm bûye, lê yên fransiz hêdî hêdî dest bi giriyê kirine her ku çûye dengê wan bilind bûye.