Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serdema çandê bi konsera Şevval Sam û Yansimalar da dest pê kirin.
Şeva destpêkirina çandê ku li Cemal Reşit Rey li dar ket Berpirsê Daîreya Çandê yê Şaredariya Bajarê Mezin Numan Guzey axaftineke kir. Guzey qala xebatên wan ên çandî yên li Stenbolê kir û da zanîn ku di 85 salên komarê de li Stenbolê 5 sehneyên şanoyê hebûne, wan tenê di dewra xwe de 6 hebên din jî lê zêde kirine û hejmara wan derxistiye 11'an. Dîsa Guney got ku bi 20 pirtûkxaneyan, 16 navendên çandî û gelek xebatên din ên çandî ew xebata xwe dikin.
Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ahmet Selamet jî got ku ev der çawa navenda tûrîzm û fînansê ye ew dê vê derê bikin navenda çandê jî. Selamet wisa got: "Hedefa me ew e ku li her naveçeyê navendeke çandê vekin. Di sala 2010'an de em plan dikin ku 1500 çalakiyan li dar bixin, vê mizginiyê em niha didin we."
Piştî axaftina koma Yansimalar derket ser dikê û stranên xwe yên enstrumantal pêşkêş kirin. Komê "Hasbihal", "Sardancak" ku stranên wan ên enstrumantal ên nû bû û hê di albumê de cih negirtine, dûre jî ji albumên xwe yên derketî stranên wekî "Sonbahar", "Bab-e Esrar", "Mavinin Yankisi" pêşkêş dike. Piştre hunermend Şevval Sam derket ser dikê bi muzîka ku Yansimalar lê dida stranên wekî "Seylemem derdimi", "Kapildim Gidiyorum", "Aşka veda", "Bagdat Yolu" pêşkêş kir.
Wekî notek: Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li navendên çandên, li salonên konseran çalakiyên wekî şano, sînema, muzîk, wêne, gotûbêj pêşkêş dikin.