Diyarname
Li Amedê hem ji bo Aramê Dîkran jî ji bo Mehmed Uzun merasimên bibîranînê hatine li dar xistin.
Uzun li ser gora wî hat bibîranîn
Merasima bibîranîna ji bo Mehmed Uzun li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê li ser gora wî li dar ket. Di merasimê de jina Uzun Zozan Uzun, birê wî Mustafa Uzun, Åžaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Serokê DTP'a Amedê Firat Anli, Åžaredara Baglarê Yuksel Baran, Åžaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekin, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu, nivîskar Muhsin Kizilkaya, Åžehmus Diken, Selim Temo û endamên saziyên sivîl amade bûn
Bîranîna Dîkran
Bi organîzeya Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê û Rêxistina DTP'a Amedê hunermend Aramê Dîkran hat bibîranîn.
Çalakiya bibîranîna Aramê Dîkran li Salona Daweyê ya AÅŸtiyê li dar ket û di çalakiyê de Serokê DTP'a Amedê Firat Anli, Åžaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekin, Åžaredara Baglarê Yuksel Baran, jina Dîkra Sirvart Dîkran, KeÅŸeyê Dêra Dayika Meryem Yusuf Akbulut, endamên MEYA-DER, Dayikên AÅŸtiyê û gelek kurd beÅŸdar bûn.
Ji Aramê Dîkran Sirvart Dîkran axaftineke kir û wisa got: "Ji ber ku we ew bi tenê nehiÅŸtiye ez sipasiy awe kurdan dikim. Ez li çar aliyê xwe dinêrim, ez dibînim ku ez ne bi tenê me. Aram dostê kurdan bû. Lê wî qet cudahî nedixist nav kurd, ermenî, ereb, suryanî. Baweriya wî bi biratiya gelan hebû û xebata wî jî di vî warî de bû."
Serokê DTP'a Amedê Anli jî got ku di dema ku kes bi kurdî nediaxivî wî bi kurdî stranên azadiyê digot û dûre jî bibîr xist ku ewê wesiyeta wî ya anîna Amedê bi cih bînin.