Diyarname
Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) piştî ligel hikumeta Kolombiyayê li hev kir û dest ji çekan berda yekem car bi awayekî siyasî dê beşdarî hilbijartinan bibe. Vê roja yekşemê li Kolombiyayê hilbijartin heye û di nav hilbijartinê de FARC jî heye.
Li Kolombiyayê di vê hilbijartinê de nêzî 100 senator û bi ser 170 de dê mebûs bêne hilibjartin. Hejmara hilbijêrên Kolombiyayê li dor 37 mîlyon e.
Li gor peymana ku hikumet û FARC'ê li ser li hev kiribû 5 jê li senatoyê, 5 jê li parlemenê FARC dê 10 kursiyan bigire. Heta hilbijartina 2026'an ev 10 kursiyên wan di dest wan de ne, wekî din jî ger FARC bikare zêdetir dengan bi dest bixe ji bilî van kursiyan dê hin kursiyên din bi dest bixe. Lê anket dibêjin ku FARC li dor sedî 2 dê dengan bigire.
Tê îdîa kirin ku dê partiya Cento Democratico (Demokratîka Navendî) ku partiya senator û serokomarê berê Alvaro Uribe ye. Uribe dijî aştiya ligel FARC'ê derketibû û gotibû ku ew dê FARC'ê wekî siyasî muxatab negire.