Hevpeyvîn: Omer Faruk Baran
Riha bi îsotên xwe yên tûj navdar e. Li gor hin gotegotan, her tiştên din li hêlekê, tenê bi xêra îsotên tûj sazbendên dengxweş ji Riha derketine.
Dîsa rast û derewa şêniyê Riha, îsot bi awayekî pozîtîf tesîrê li eşqê dike ku di Roja Evîndaran de, malpera xwarinên teze, "www.yerli.market"ê ji yarik û dostikan re şandina îsotan pêşnîyaz kir.
Rojekê li dû Roja Evîndaran, min li Riha aşiqekî îsotê dît û pê re hevpeyvîneke ku li gor qîmeta îsotê hinekî kin dimîne, kir. Min bi standartê pirsîn û Îsotçi Reşo, ku 30 sal in îsotan difiroşe, bi devokê bersiv dan.
Li Riha sal dozdeh mehên Xwedê îsot têne firotan, bes pirsa min ya pêşî, li vir pirtir di kîjan mehan de alvêra îsotan dibe?
Îsotçi Reşo: Ko li mala nemînê, ko gerek dibe mecbûr tê kirîn. Va jî tiştekî mînê rizê ye, mînê nîska ye. Ko nemîne hema tê xastin. Di mehê neha deha da, wextê ko ni çêdibê pir tê kirîn. Jê şûnva disekine, êdî ko li mala nemînê dixazin. Bulxirê te li mal nemîne tîye nerî nekirî? Va jî werga ye.
Malên hevalên min yên ji bajarên din salê kîloyek îsot diqedînin yan na.
Îsotçi Reşo: Erê erê, ewna îsota bi kevçîyê çayê dixun.
Li Riha maleke bi pênc serî, li gorî texmîna te di salekê de çend kîlo îsot dixwe?
Îsotçi Reşo: Ko mehê çar çîga bikê wê kîlo nîveka xa herê, ko çar lehmecûna bike jî wê 600-700 gram here. Yanî em bêjin 2 kîlo. Ko mîvan herin werin hîn zêde jî darê. Salê dibe 24 kîlo.
Tu bi xwe salê çend kîlo îsot dixwî bi te be?
Îsotçi Reşo: Ma tu li min binêrî, ez bi xa siheneke her şîva xa 100-200 gram îsot lê direşînim. Zati ku tu wê tûjayîyê duxîy, tu tatmîn dibîy, tehmê devê te tê şûnê.
Lê royê ku tu tiştekî tûj naxwî qe?
Îsotçi Reşo: Wê royê ez birçî me, boş e. Min gava dinî nan xar, min çar pênc îsote tûj xarin ko werga li ber min girt. Niha ko em darin derva gerê ya bajarekî din, tûjayî tine be em birçî ne, li wî bajarî em têr nabin. Mecbûr em îsotê xa dikin berîyê xa, bi xa ra dibin. Li derva tûjayî tine.
Ferqa îsotên fabrîkasyon û yên malan çi ne, meriv çito fehm dike îsot ji kîjanê ye?
Îsotçi Reşo: Îsotê malê eynî mînê bulxirê işk in, mînê pasta û piskewîta. Ê fabrîqê, sebî giran bikin nem pê ra heye, av pê ra heye, rûn pê ra heye. Ema fabrîqe dendikê îsotê, bizrê îsota cihê dikirê. Xênce wî bizrî, bizerekî din jî dikirê nav dixê. Here fabrîqê bê bizrî îsota bi we lazim e, dikirin. Kîlo bi heft mîlyona dikirin. Niha em ê fabrîqasyon kîlo bi 15 mîlyona difroşin. Ji sedî 65'ê wî dendik in, xwê heye û rûn jî heye têda. Ji sedî 14 jî av e, nem, dewletê îzin daye, serbest e. Ko ro tine be, fabrîqe dare îsota davê firnê reş dikê.
Te tiştek têde nehişt ku! Îsotên malan çitonî ne lê?
Îsotçi Reşo: Îsotê mala kirbît e kirbît, bavê devê xwe kirp kirp kirp bihêre. Kîlok îsotî işk ji 11-13 kîlo îsotî şil çêdibe. Goreyî meha û goreyî avê îsotê derdikevê. Ko av pê ra tinebê, êdî tam talîya salê bê 11 kîlo îsot lazim in. Hîcar ko tu vê kokê vê, pelgê vê, dendikê vê gî jê çekî, kîlokê tu jê distînî. Însanê ku qîmetê canî xa zanin tên îsotê mala dikirin. Dibên bira pênc quriş zêde bê bira ê rind bê.
Yekî nola min bêje ez dikim ji xwe re îsal kîlok îsotê xwe çêkim, lazim e çi bike?
Îsotçi Reşo: Îsotê şil, kesk sermê duxe şûnde hîn zêde tûj dibe. Îsotê payîzê pir e xaş in, dibê zihêr ha! Hema ko xefîf bayekî honik were temam e. Niha ku te ji wan îsotan 11-13 kîlo kirî, te kokê wan jê derxistin, te bi du cîyan kirin rêxistin, çend roya îsotên te wa çilmisîn, şilahîya xwe çû, tuye bi palas ya bi paçekî pak ser îsotê xwe bigirî, a tuye werga deynî ber royê, wê ro lêxê, wê rengê xwe hûr hûr tarî bibê. Herku herê wê reş bibê, ku çiqas reş dixazî wê werga bibê. A dûra tuye derxî, mêkut lêxî bikutî, hûr bikî, seba xerab nebê bi 200 gram xo û nîv lîtrek jî rûn tuye li hev xî. Rûn bira pê rengî wê bibirîqîne bes e. A dûra jî di elbekê ke rake. Herku dilî te xast bavêkê buxe.
Îsot, reş in, sor in, mor in, yanî goreyî royê reng diguhere?
Îsotçi Reşo: Ko îsot çiqas li ber royê bimînê wiqas tarî dibê. Li ber royê ko çiqas zêde dimînê, aroma jî wiqas zêde dibê. Ji bo çîg ê pir îsotê reş tercîh dikin.
Tu 30 sal in vî karî dikî. Îsotçi Reşo.. Li ser navê te nabêje çi milet?
Îsotçi Reşo: Îsot bi kurdî ye wûn zanin. A Reşo jî zati navek ko herfê ''o'' tê talîyê m'enê xwe şêrîn dibe. A wanî tûj û şêrîn bi hev ra, Îsotçi Reşo.
Ti royên te yên îsotî yên ku te qet ji bîr nekirine hene?
Îsotçi Reşo: Ez zari bûm, rokê min îsotê biraştî di nêv nên da dixar hêsir ji çavên min dihatin dîsa jî min nanî xwe çenedikir. Hêsir ji çavî min tê, dîsa jî ez parî xa danaynim! Îsotê biraştî nêv nên da ye ha! Va jî kultura vir e. Riha hema hema gî werga ye.
Li ser hinekan ''îsot'' hatiye nivîsîn, li ser hinekên din jî ''pul biber'' Ma pul biber û îsot ne eynî tişt in?
Îsotçi Reşo: Ji îsotên sor re dibên ''pul biber'', ê reş ra dibên ''îsot'' Bi kurmancî îsotê kesk, îsotê şil, îsotê hişk, îsotê ter, îsotê hûr gî îsot in.
Ê rind e navî te ne Pul Biberci Reşo ye, Îsotçi Reşo ye..
Îsotçi Reşo: Werga ye, sax bî, ji te ra hinekî bavê devî xa bihêre ji xa ra.
Bi şifaya Xwedê û destê Îsotçi Reşo, bi nîyeta dil î pak î saf î bi eşq û muhbet û sohbet. Spas.
Têbiniya Diyarnameyê: Ji bloga bi navê PERXUDRES hatiye girtin. Me dest nedaye zimanê hevpeyvînê.
Cihê Îsotçî Reşo li Rihayê ber bi Gola Xelîl Rehman e.