Diyarname
Platforma herî mezin a muzîkê ya dinyayê Spotify biryar girt ku ofîsa xwe ya Tirkiyeyê bigire. Bloga teknolojiyê Digital Age ragihand ev agahî ragihand eleqedarên meseleyê.
Spotify li ser vê yekê daxuyaniyek weşand û got: "Ji bo Spotify Tirkiye bajarek muhîm e. Em wekî Spotify wekî hemû dinyayê emê xizmeta pêşkêşkirina muzîka herî baş ji bo muzîkhezên li Tirkiyeyê jî bidomînin. Rast e ofîsa me ya li Tirkiyeyê tê girtin lê koma me ya ku xebata xwe ya ji bo bikarhênerên Tirkiyeyê didomîne heye û ew xebata xwe didomîne."
Ofîsa Spotify ya li Tirkiyeyê di sala 2013'yan de li Leventa Stenbolê hatibû vekirin û di ofîsê de bi ser dehan re kes dixebitiyan.