Sevan Nîşanyan
Bekr, eşîreteke mezin ya ereban e heta rastir konfedrasyona eşîretan e, yên din jî Mudar û Rebia ne. Di dema Hz. Omer de, piştî ku Îyadî bin Xanim, joriya Mezopotamya fetih dike bajarê Amîd dide eşîra Bekr. Li Rihayê eşîra Mudar û li Cizîrê jî eşîra Rebiya tên bi cîhkirin.
Navê Diyar-î Bekr, wekî xwe ma. Ez di wê baweriyê de me ku navên Diyar-î Mudar û Diyar-î Rebiya jî di destpêkê de ew qasî belav bûne. Lê bi baweriya min piştî sedsala 12'yan zêde ew nav nehatine bihîstin.
Diyar-î Bekr, ne navê navenda bajêr, navê wîlayetê ye, di telefûza tirkî de wekî Diyarbekir hatiye tercihkirin. Navê navenda bajêr her tim wekî xwe maye û wekî Amîda hatiye gotin. Di belgeyên Osmaniyan de jî wisa derbas dibe. Lê ji ber ku yekîneyên îdarî bi fermî navê Amîda bi kar neanîne û nave wîlayetê li navendê jî kirine, tam wekî berî çend hezar salan navê Antakya nehate bi kar anîn û bûye Hatay. Navê Amîda jî bûye Diyarbekir.
Dîroka despêkirina siyaseta asîmîlasyon û tirkirinê li ser Diyarbekirê tam di 15’ê Sermaweza sala 1937’an de dema ku wê rojê Ataturk, bi bayê bezê di Amedê re derbas dibe dest pê dike.
Wê rojê Ataturk di pencereya trênê re axaftinekê dike û dibêje, “Hezar sal e Diyarbakir a Tirkan e", roja dûre meclisa şaredariyê kom dibe û navê Diyarbekir, wekî ku Reîsîcumhurî got dikin Diyarbakir û ji wê rojê û şûn ve rojnameya Diyarbekir, êdî wekî Diyarbakir, dest bi waşanê dike.
Belkî zorî û zehmetiya rêwîtiya trinê bandor lê kirbe, mirov çi zane, dema mirov diweste ji xwe mirov nizane ka mirov çi dibêje. Lê tam di wê rojê de navê Elezîzê jî bi fermana meqamê bilind hate guhertin û wekî Elazig hat bi navkirin, gelo dibe ku ev yek jî tesadufî be.
Elazig çi ye? “Azik yanî bajarê Tirkên Azik”. Dîroknasên serdemê yên evîndarê Komarê hema di cih de ev yek wekî evîndariya ji bo komarê bi navkirin û saziya ziman û dîroka tirkan jî der barê mijarê de daxuyaniyeke pêwîst da.
Eger hûn vê pirs bikin, gundê Mezre yê li nêzî Xarpêtê di dema Sultan Abdulazîz de mezin dibe û dibe navenda wîlayetê, derdora salên 1860’î de, ji bo ku mistdanê bikin û xwe li ber dilê padîşah şêrîn bikin navê bajêr dikin Mamuretu’l-Azîz, yanî (Bajarê Azîz) navê wîlayetê jî dibe El-Azîz. Lê ya baş ew e ne hûn pirs bikin û ne ez bersivê bidim.
Rojnameya Taraf
Wergera ji tirkî: Ednan Berwarî