Diyarname
Balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê vê carê berê xwe dan cihên dîrokî û bombe bi ser de barandin. Li gor nûçeya ANHA'yê vê carê balafiran bermahiyên dîrokî yên li Girê Eyn Dara ku li navçeşa Şerawaya Efrînê dikeve bombebaran kirine. Di wêneyê berê de bermahî hemû li cih in, wêneyê nû ku ANHA'yê weşandiye de aliyek bermahiyan têkçûne. Û ev jî wêneyê wê ye.