Gora serhildêrên me yên pakrewan ku der e?
Serdar Ay
Berî her tistî, gora serhildêrên pakrewan di nava agirê sorê berbang û rojavayan de ye ku dîwarê di neqebîna roj û tarîtîyan de ye. Gora wan sor bi xwe ye, sorêkî tîr ku xwîna wan a ji þerê tarîtî û ronahîyê mayî ye, xwîna ku rijiyaye ser tarîtiyê. Belkî jî bêhtir zer e, zerê ronahiyan ku xwe didare tarîtiyan. Ji vê daranê jî sor derdikeve, sorekî tîr, sorekî coþdar, sorekî dîrokî, sorekî irsî, sorekî new-rozî, sorekî Kawayî, sorekî kurdî… sorekî ku dixwaze havînekê, li Kurdistanekê, esra-tengekê li ezmanekî þipûþîn bireqisê, bireqisê û bireqisê…
Belê, nivîs, nivîsandin û axir nizanim çi cihê fediyê ne ku mijar serhildêrên pakrewan be. Ji ber ku ma em ê çi bêjin?! Wan di vê xaka bindest de, her tiþtên ku em ê bêjin kirine ji xwe li erasa vê meydanê. ‘Maske’ avetine û xwe berdane ‘çola rastiyê’. Wan heqîqet xesp nekiriye, çavê xwe neberdanê û li ser navê temsîla wê meþrûtiyeke xwe ava nekirine, na, qet na! Berevajkî, ew bi xwe bûne meþrûtiya heqîqetê. Heqîqet bi hemû teybetmendiyên xwe di nava wan de ye, bi wan re ye. Ew jî tê de ne, tevlî wê ne. ‘Herkes lehengê çîroka xwe’ bû, wan ev yek rastand. Ew lehengê çîroka xwe û ya me ne jî, ne di temsîlê, vegêranê û fîksiyonê de, lê di heqîqetê de, di heqîqeteke ducanî de ku a niha dikare tilîya xwe bike çavê me!
Ew destanan, tofanan, fermanan, felakatan, bobelatan, dinyayan, serdestan, bindestan, xewnan serkût dikin, serkût dikin, serkûûût dikin û didêrin, heqîqet e ya ku ji wan safî dibe. Û em yên mayî, em yên ku ‘difericin’, em yên ku ‘dinirxênin’, em yên ku ‘difikirin’, em yên ku ‘diafirînin’, em yên ku ji xwe re ‘dijîn’ û bi ‘niha’ piþta pêþeroj û paþerojê þelaq dikin, em bela serê xwe û wan û vê dinyayê radibin qaþo dibine berdevkê heqîqetan û wan dikine destan, helbest, stran, peyv, roman, têgeh, seyran, dozîne, xewn… di bin sîya bin-dest-i-yê de. Lê heta rojekê mirovne serhildêr neyên û wan dîsa serkût nekin ji bo derandinê, safikirinê û wan di xwe de nehêrin, xwe li ser wan ne hêrin ! ew ê tu carî nebine heqîqeteke heqîqî. Ew ê li wir bin, temsîl bin û bendewar bin di ‘demeke dirêj’ de. Ji ber ku çiqasî hêja jî bin, çîqasî li pey heqîqetê, di lêkolîna hekîketê de jî bin, çiqasî bedew û edebî û rewnak jî bin, çiqasî qûtên mirovên serhildêr ên gengaz jî bin, çiqasî îhtîmala(ên) ‘nû’yên heqîqetan dermala bikin, vebiçirînin jî, çiqasî bizanibin ku ‘dahatû dirêj dom dike’ jî, çiqasî ew di însên de, bi însên re jî bin, ew ê der-însanî bimînin, ji însên dûr bimînin. Ji ber ku ew ê her di bin siya bin-dest-an û di bin însafa (ku tu carî ne pêkan e) destên ser-dest-an de bimînin ku serdestî û bindestî ne-însanetî, der-însanetî ne. Yên ku bikaribin wan bikine însanî, wan nêzî însên bikin û wan bikine aîdê însên mirovên serhildêr in. Ew bi van teybetmendiyê xwe ‘taybet’ in. Ev yek bêhtir di xakên dagirkirî, xakên bindest de wiha ye. Di van xakan de, mirovên serhildêr ne bi tenê xwecihî, cîhanî ne jî. Lewra ew nirxên hêrî mezin ên hevpar ên mirovahiyê dixwazin, ji bo wan têditekoþin û dimirin; wekhevî, serbestî, azadî, mirovayî…
Li gorî Albert Camus, mirova/ê serhildêr, berê sebr dikir, pê li dilê xwe dikir û serê xwe ditewand li hemberî emir û zilma serdestan ji bo berjewendiya xwe ku ji hiþmendiya heq û heqîqetê xurtir bû li cem wê/wî. Li piþtî ku wê/wî serî hilda û got ‘yan man yan neman’ û ez nema wiha dijîm û ‘ez dixwazim wiha bibe… ‘ wê hingê, derbasbûna wê/wî ya nav heqîqetê dest pê dike. Li gorî wî, her çiqasî serîhildana mirovekê/î nîþaneya peydabûna takekesiya wê/wî jî be, ew rizgarkirina ya/yê serhildêr ji tenêtîya wê/wî ye jî. Ji ber ku ew bi serîhildana xwe takekesiyê jî problemetîze dike. Eger wî/wê gotibe ‘yan man û yan neman’, û mirina xwe dabe ber çavê xwe û dibe ku miribe û bimire jî, ew dide dest nîþan kirin ku ew ji bo nirxexî ku qedera wî/wê derbas dike xwe canfeda dike. Ew wî nirxî mezin dibîne û bi serîhildana xwe wî mezin dike. Ewqasî ku xwe li ser dide kuþtin. Ew nirx, heqekî û heqîqeteke ewqasî kolektîf û bingehîn e ku digihe her-kesî, her însanî, her-tiþtî. Ji lewma ye ku ew dibine pakrewan …
Di kurdî de peyva pakrewan ji du peyvan pêk tê, ‘pak’ û ‘rewan’. ‘pak’ paqijî, qencîtî û baþî ye, ‘rewan’ jî xwedî gelek wateyan e ku ev hin ji wan in ; 1.can, rih ; 2. tiþtê ku diherike, herk; 3. jiyana domdar, zîrek, hespên ji bo bezê zîrek, kesa/ê ji bo siwariya hespan pir zîrek, þareza, jêhatî, çeleng, fêris, egîd. Belê, ev peyva ku ne ji peyvekê lê ji du peyvan pêk tê me ronî dike di derbarê pakrewaniyê de. Ew can û rihê pak in. Ew siwarên paqij û jêhatî, di jiyaneke domdar de hespan dibezênin. Ew herkeke pak in ku tên pêl bi pêl ji behran ber bi parzmînan ve û heta çênekin xalîçên serbestî û azadîyê ew ê neqerrin û her biherikin. Ew jiyaneke domdar in, nîne wan sînor, gor !
Bindest in yên ku ji wan re çêdikin goran. Serdest in yên ku wan dikine ‘bêkes’, ‘winda’, ‘hejmar’, û xera dikin goran û nakin tehemûlî hestûyan… Lê ew pakrewan in, serhildêrên pakrewan! Bindest û serdest ewqasî ne zana ne ku bizanibin bi wan.
Wa serhildêrên pakrewan !
« ey pakrewan
ey dîlan qîza dîlanan
ey baran lawê baranan
ez dizanim tu hespekî serberradayî
tu çemekî bêserî yî »
ez dizanim tu dibêjê
« hilnayêm janya
......hilnayêm porkurê
......di tirban de hilnayêm ha! ! ! »