Diyarname
Pirtûka nivîskar Erd.Agron ku girtiye û cezayê muebetê xwariye pirtûka xwe ya helbestan "Dîwana Hestiyan" derxist.
Pirtûk ji Weşanên Aryen derketiye. Nivîskar Erd.Agron di beşa kurtejiyanê de ji dêvla xwe cih daye agahiyên aîdê mîtolojiya yewnan û cih dane çîroka Agron ku vediguhere dibe çivîka baranê. Li gor mîtolojiyê ligel her tiştî çîrok şil nabe û Erd.Agron jî xwe şibandiye vê çivîkê; Ew nîşan dide ku ligel hemû zordarî, ceza û çewsandinê jî ew berxwedana hebûnê dide.
Beşek ji pirtûkê:
Pêşî saxên me hatin
bû cejn, kêf
û hêvî bû dermanê keserê
lê ji me re pir dîtin
û li me hatin xezebê
piştre miriyên me hatin
bû şîn
zêmarên dayikan
gihaştin ezmanê heftan
û li ber deriyê her malê
konek hat vegirtin
termên me û hestiyên me hatin dizîn
gelo em ê çawa li hev werin?