Diyarname
Nîqaşa dê rojnameyên çapkirî heta kengê bidomin û cihê xwe ji bo çapemeniya dîjîtal bihêlin? Nivîskarê Cumhuriyetê Aydin Engin îro cih daye vê yekê.
Ew dibêje ku çapemeniya ser kaxiz demên xwe yên dawî dijî lê nizane ew dem dê deh salan, an zêdetir bidome û mînaka Indeqendent dide ku piştî 30 salan di adara 2016'an de ew êdî çap nabe û tenê wekî elektronîk weşanê dike.
Engîn wisa dibêje: "Ji qeyrana rojnameyên ser kaxiz Tirkiye jî para xwe digire. Ez mînakek bidim: Di sala 1993'yan de li Tirkiyeyê hejmara firotina rojnameyên di qada neteweyî (yên herêmî ne têde) de 6 mîlyon û 500 hezar bû, di berfanbada 2017'an de tîraja rojnameyan 3 mîlyon û 150 hezar bû. Yên ku rojnameyan bi awayekî çapkirî dixwînin di 15 salan de nîvî nîvî kêm bûye. Wisa dixuye ku ev daketin bi lez hê dê bidome."
Piştî van agahiyan Engin dibêje: "Werin ez mînakek din jî bidim: Li ser kesên beşdarî Berxwedana Gezî bûne anketek bi ewle hatiye kirin. Ji sedî 82'yê wan qet rojnameyê çapkirî naxwînin; ji telefonên destan, ji taplotan nûçeyan dixwînin. Ger heval, dê bavên wan kirî be, yan jî li kantînê dîtin rojnameyê çapkirî digirin dixwînin."