NAVENDA NÛÇEYAN
Civîna destpêkê ya Meclisa Kantona Efrînê îro li Salona Şehîd Rûken pêk hat.
Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arîf, Hevserokên Meclisa Desteya Rêveber a Efrînê Osman Şêx Îsa û Hêvî Mûstefa, Hevserokên Meclisa Qanûndanînê Mihemed Seîd û Hevîn Reşîd jî tevlî civînê bûn.
Di civînê de piştî xwendina rêziknameya komun û meclisê ji aliyê Osman Şêx Îsa ve, endamên Meclisa Kantona Efrînê sond xwarin.
Dûre hilbijartin hate kirin û Sozan Xelîl Hafiz û Mûstefa Ehmed Hesen ji bo Hevserokatiya Meclisê hatin hilbijartin. Şerîf Cîmo, Esmehan Hesen û Bekir Mûstefa Elo jî wekî cîgirên hevserokan hatin hilbijartin.