Diyarname
Piştî ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte hatiye ragihandin hema her tiştî di bin navê Rewşa Awarte de qedexe dikin. Herî dawî îro konserek qedexe kirin.
Navenda Çanda Bihar a Batmanê dê konsera gel li dar bixistan lê Walîtiya Batmanê bi sedema OHAL'ê (Rewşa Awarte) k onser qedexe kir. Di konsera gel de 9 hunermend derketa sed dikê. Biharê serî li Midûriyeta Karên Hiqûqî ya Walîtya Batmanê dabûn, pêşî serîlêdan bi awayekî erênî pêywazî kiribûn û paşê bi van gotinan destûr nedan: "Bi sedema OHAL'ê guncav nehatiye dîtin."
Di konsera ku 22'yê mehê dê li dar biketa li gor bernameyê hunermend Mem Ararat, Xêro Abbas, Cevdet Bagca, Şêrzat, Marûf Alan, Koma Rosîda, Baran Çelebî, Selman Tunç û Omer Yeşil dê li Salona Dawetê ya Roza konsera gel pêşkêş bikira.
Navenda Çanda Biharê got ku ji ber konsera wan hatiye qedexekirin ewê ne li wê salonê, li navenda xwe konserê pêşkêş bikin.
Hunermendê Navenda Çanda Biharê Şêrzat ji bo Ajansa Mezopotamya axiviye û gotiye ku fem kirin dê bi hezaran kes beşdarî konserê bibin destûr nedane û konsera me betal kirine. Şêrzat ragihandiye ku ligel hemû qedexe û astengiyan jî ew dê xebatên xwe bidomînin û bi paş ve gav neavêjin.