Îşev Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê li ser xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê û vekişîna her du aliyan a ji hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî a hevbeş belav kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Desthilatên herêmê bi şêweyek berfireh gendeliya siyasî, aborî û aborî berdewam kirin. Her wiha ji derveyî yasayê 2 salên din ji bo serokatiyê herêmê dirêj kirin. Piştre Parlamentoya Kurdistanê paşxistin. Kabîneya 8’emîn a hikumeta herêmê felc kirin. Wekî her car şirîkên resteqîne qebûl nekirin û nexwestin reformên rasteqîne bikin.”
‘Divê hikumeta demî bê avakirin û ev hikumet bê hilweşandin’
Goran û Komele di daxuyaniya xwe de wiha jî gotin; “Desthilat ji ber hişmendî û şikestina forma rêveberiya herêmê, ketiye nav qeyranên mezin ên aborî û darayî. Cara dawî ji ber siyaseta ne rast û ne aqilane, şaştiya Encumena Bilind a Referandûmê, Kurdistan xiste nava şikestin û gefên dîrokî yên siyasî, leşkerî, manewî, girseyî, aborî û darayî. Piştî vekişandina Goran û Komeleya Îslamî ji kabîneya 8’emîn a hikumeta Herêma Kurdistanê, niha jî em dibêjin divê ev hikumete bê hilweşandin û hikumeta demî bê avakirin.”
‘Divê xwepêşanderên hatine binçavkirin, bên berdan’
Di dewama daxuyaniya wan got ku ew piştgiriya hemû daxwazên rewa yên xwepêşandêran dikin û wiha hat gotin: "Di çarçoveya xebatên medenî û bê tundûtûjî de. Hêzên pêşmerge û asayîşa navxweyî ji parastina canê xwepêşanderan berpirs in. Tu sedemek mafdar ji bo girtin, îşkence kirin û kuştina xwepêşandêran nîn e. Her li vir daxwaz dikin ku ewên ji ber xwepêşandanan hatine binçavkirin, bên berdan. Her wiha şewitandina navend û avahiyên hikumet û hizbî şermezar dikin, wekî karekî ne medenî dizanin.”
Di dawiyê de Goran û Komeleyê wiha ragihand; “Her hilbijartinek bê eşkerekirina lîsta dengdêran bê kirin, bê wate û tu girîngiyek xwe nîn e. Ev lîste pêştir hatiye amadekirine. Ji bo pêkanîna armanca gelê me û derbaskirina vê qonaxê, emê xebatên medenî dewam bikin. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera herêm û Bexda li gor destûr, di serî de jî madeya 140, zextên me yên ji bo pêkhatina hilbijartinek pak û bê alozî wê dewam bikin. Hikumet neçare daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê pêk bîne. Emê vê jî bikine destpêka qonaxek nû ya siyasî û komkirina hêz û aliyên siyasî di yek eniyê de wekî erkekî roja îro dibînin.”
Ji Rojnewsê hatiye girtin
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Çalakiyên li Başûr didomin (21'ê mehê)
- Li Başûr xwepêşandanên îro (19'ê mehê)
- Agahiyên li ser xwepêşandanên Başûr (18.12.2017)