'Festîvala Kîjan Mafên Mirovan?' dest pê kir
Diyarname
9'emîn Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan?' li Stenbolê dest pê kir. Festîvala ku dê di navbera 13-17'ê mehê li dar bikeve de îsal pirsa "Mala me li ku ye?" dike û di vê çarçoveyê de fîlman nîþan dide.
Di bin beþên wekî "Mafên Hawirê", "Tirkiye Ber Bi Ku Ve?", "Mafên Jinan", "Fîlmên Queer" de fîlm têne bêne nîþandayîn. Hin fîlmên derhênerên kurd jî hene.
Fîlmên festîvalê li Stenbolê li Aynali Geçit, Bitiyatro, Mezopotamya Sinema û Tutun Deposu ya Beyogluyê bê pere têne nîþandayîn.
Festîval di heman demê de di navbera 15-17'ê mehê li Amedê li dar dikeve. Li vir bi piþtgiriya ÎHD'ya (Komeleya Mafên Mirovan) Amedê li dar dikeve. Di navbera 23-24'ê mehê de jî li Wanê derdikeve pêþberî temaþevanan.
**
Nûçeya Eleqedar: