Diyarname
Kurtefîlmê derhêner Alî Bozan ê bi navê '7 Roj 7 Şev' di 7'emîn Rojên Fîlmên Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê de xelat girt. Di dema qedexeya derketina kuçeyan de li Silopiyê cenazeyê Dayika Taybet heft roj û heft şevan li holê ma, nehiştin kes here cenazeyê jî rake. Bozan kurtefîlmê xwe li ser wê bûyerê kişandiye.
Filmî piştî Festîvala Kurtefîlman a Marmarîsê ku li wir xelata duyemînî girtibû, carek din hat xelatkirin. Delegasyona Tirkiye ya Yekîtiya Ewropayê (YE) van rojên fîlmên mafên mirovan li dar dixe û di pêşbaziya vê çalakiyê "Pêşbaziya Kurtefîlman a Mafên Mirovan de" kurtefîlmê Bozan hat xelat kirin.
KUNYE:
Nav: 7 Roj ' Şev
Derhêner: Ali Bozan
Derhênerê Dîmenê: Serdar Canik.
Lîstikvan: Halime Ok
Cîgirê Derhêner: Jwan Abdo,
Dron-kamera: Ozgun Ozdemir
Vesazkirin: Mevlut Akçin
Deng: Ercan Bilgili, Makyaj: Kianna Sheweki,
Muzîk: Seyhan Şenyaylalar
Mawe: 3 deqîqe
Sala Kişandinê: 2017
**
Nûçeya Eleqedar:
- '7 roj û 7 şev' hat xelatkirin