Ahmet Altan
Carna bûyereke bi tenê hemû welat îfade dike.
Li vê serpêhatiya bi tirs a Ceylanê mêze bikin hûnê Tirkiyê bibînin.
Ev welat welateke ku bi rokêtekê zarokeke keç parçe parçe kir.
Deniz Baykal ê wekî sosyal demokrat, siyasetmedarekî û însanek digot, "Naveroka Pêşîlêvekirina Kurd vala ye, bila dagirin em biaxivin."
Eger kuştina Ceylanê bi rokêtê "naveroka Pêşîlêvekirina Kurd danegire", wê tu tişt danegire.
Pêşîlêvekirina ku behsa wê dihat kirin ev e Denîz Beg.
“Keçika ka ji diya xwe re dibêje yadê ji min re meqerne çêke” piştî ji malê derket bi roketekê hat parçekirin.
Vaye ew qas hêsan e.
Pêşîlêvekirin nekuştina wê keçê ye.
Hûn li hemberî vê?
Ji bo vê yekê bû we naveroka wê vale didît?
Di rastiyê de, diviyabû serokwezîr Erdogan ji Baykal û Bahçelî ev pirs bikira.
Ji ber ku wêrekiya wî têrê nake, barê pirsîna van pirsan dikeve ser milê me.
Ji ber ku ew rokêt ji yekîneyeke eskerî hatiye avêtin, serokwezîr heta jê tê devê xwe jî venake.
Ji bo zarokên li Filistînê dimirin li Tirkiyê xwedî derketina wan gelekî hêsan e.
Li Tirkiyeyê xwedî li zarokan ku li Tirkiyeyê dimirin derkevin.
Çi ye ev bêdengî?
Erdodan, Baykal û Bahçeliyên ku hûn her li ber kursiyan digerin û diqîrin, çi ji we hat?
Axaftina li ser kuştina zarokekî ji aliyê eskeran ve ew qasî zor e?
“Bahçelî hewar dikir, ezê derkevim çiya” eger dilê te ew qasî mezin e, ne hewce ye tu derkevî serê çiya, li welatê ku tu lê siyasetê dikî, xwedî li zaroka ku hatiye qetilkirin derkeve ev tenê bes e.
Qîr û hewar çend hêsan e, qêrîn û hewar çend hêsane Bahçelî beg.
Binere li quncikekî welatê te li zarokeke xistine.
Tu dengê xwe dernaxî, hes û hewar jî ji te nayê.
Tu heta li zarokekê jî xwedî dernakevî, tu yê çawa derkevî serê çiyê û tu yê çi bikî?
Bêden dimînin.
Vaye lêxistina Ceylanê li Tirkiyê siyasetê û siyasetmedaran nîşanî me dike.
Gelo yên ku bêdeng tenê ew in?
Hema hema hemû Tirkiyê bêdeng e.
Li vê çapemeniyê binêrin.
Ya rebî, ev çi bêdengiyeke ku kêr jî nikare bibire.
Rojanemegeriyeke ku hesabê kuştina zarokekî nepirse, wê bi kêrî çi bê gelo?
Heyfa wan kaxiz û alêvên tên xerckirin û wê zehmetê ye.
Em li welatekî dijîn ku zarokek keç bi rokêtê lê hate parçekirin, dewlet li holê nema û winda bû, dozger neçû cihê bûyerê, dixtor li hewşa qereqolê otopsiya cenazeyê kir.
Yek ji van jî ji bo we xerîb û ecêb nayê gelo?
Hûn qet qîmetê çêkirina nûçeyekê jî nadin vê yekê gelo?
Ev çapemeniyeke qaşo du komên cihê ne, yek muxalifet e ya din jî serokwezîr diparêze, aliyê muxalif jî mucahîd ango têkoşerên demokrsiyê bûn.
Ev ne du kom, anî jî du alî ne.
Ev yek kom û yek grûb in.
Axir bêdengiyek wisa heye, bi taybetî jî ewên xwe wekî muxalif nîşan didan, bêdeng in.
Muxalifeta we çi pê hat gelo?
Di bin desthilatdariya vê hukûmetê de, li zarokekê hatine xistin, hûn çima hesabê vê yekê napirsin, hûn çima muxalifetiya xwe nîşan nadin û nakin?
Dema hikumet '''Tiştekî baş dike' hûn dibin muxalif û radibin ser piya, der barê kuştina zarokekê de hûnê bi vê bêdengiya xwe muxalifeta hikumetê bikin.
Nabe ne wisa?
Zimanê we muxalîfan jî bi qasî yê wan eskerên rokêt avêtine hatiye girtin.
Diya Ceylanê dibêje, "min parçeyên bedena keça xwe xistine nav dehmena xwe û kom kirine."
Gelo qet dilê we naşewite?
An jî qet wijdana we nîn e?
Hûn ji vê bêdengiya xwe qet şerm nakin?
Eger siberoj zarokekên we derkevin pêşberî we û ji we bipirsin “Li zarokekê hat xistin te çima ne nivîsand, hûnê çi bêjin?"
Ma hûn ji zarokên xwe jî fedî nakin?
Ha em bêjin me dev ji wijdana û şermkirina we berda, ma hûn ne di xema wê rojnamegeriya ku hûn dikin de ne jî?
Li gundekî di nava sê qereqolên eskerî de, zarokek keç bi guleyekê hate parçekirin, ma hûn vê yekê jî mereq nakin gelo?
Hûn di her mijarê de ji hev du cuda difkirin, hemfikriya we ya der barê kuştina zarokek keç de kê hînî we kiriye gelo?
Zarokek keç piştî ku dibêje, "yadê ji min re meqerne çêke", hate parçekirin.
Heta ku dilê we dixwaze bêdeng bin û bêdengiya xwe berdewam bikin.
Qîrîna wê keça hatiye kuştin ji bêdengiya we mezintir e.
Her ku hûn bêdeng bimînin ewê biqîre.
Her ku hûn bêdeng bimînin ewê biqîre.
Heta ku hûn jî bikin qîrî û hewar.
Wergera ji tirkî Ednan Berwarî.
Ji rojnameya Tarafê (01.10.2009)