logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Fîlmê 'Zer' an jî bide dû stranekê

‘Haya te ji tiştekî nîn e xorto, şerên dîroka mirovahiyê diguherînin li vê erdnîgarê diqewimin.’

  • Dîrok: 02/12/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

YEKO ARDİL

‘Haya te ji tiştekî nîn e xorto, şerên dîroka mirovahiyê diguherînin li vê erdnîgarê diqewimin.’
Fîlmê 'Zer' ê Kazim Oz pêr li Berlînê di sînemaya Babylonê de gihîşt sînemahezan. Di van filman de ku heta niha hatîn nîşandayîn, bi taybetî li Berlînê pêwendiyeke germ ji derhêner û hunermendan re dihê nîşandayîn. Temaşevan bi temaşekirinê tenê qayîl nabin, her wisa beşdarê gotûbêjên piştî filmê de jî dibin û nihêrînên xwe jî dibêjin.
Helbet ev bi pirranî li ser ziman, naverok û peyama siyasî-civakî ya filmê ne. Kêm kes dikarin derbarê hunerê sînemayê de ku fotograf-dîmen, efekt, sembol û metafor jî di nav de gelek bi berfirehî dikarin bên nirxandin, nihêrînên xwe diyar bikin. Lewre hunerê sînemayê pir estetîk û kûr e, ji bo nirxandin yan jî rexnekirineke di cih de divêtî bi têrgihiştineke ji karê filmçêkirinê û ya sînemayê bi giştî heye.
Lewre ne hêsan e ku her kes bi aliyekî ve babide û vekişîne. Lê aliyê ku bala me jî kişandî ya temaşevanên filmên Kurdan ev e ku êdî kes û derdorên sînemahez ne ji bo xatirê çav û birûyên belek yên sînemavanên Kurd, lê ji bo temaşekirina berhemeke bi kalîte jî berê xwe didin salonan. Baş dihê bîra mirovî ku ji bo peyveke Kurdî yan jî semboleke Kurdînî jî gelek Kurdan pirr nirx û buha bi berhemên sînemayê yên miletên din didan.
Helbet demek dirêj bû haya sînemahezên Kurd jî ji fîlma Zer hebû û bê sebir çaverê dikirin. Ev jî ji navê filmê heta bi serpêhatiyên wek sansûr û rêlibergirtina nîşandayîna li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî mirov dikare wek sedem bihejmêre. Rastiyeke din jî ev e ku derhêner Kazim Oz wek encameke ji xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê ye û ji niha ve cihekî taybet ji xwe re di nav rêza derhênerên sînemaya Kurd de girtiye.
Filmên derhêner her çiqas leqayê rexneyên çê û neçê jî bên, aliyê serdest teqdîr û pesindan e. Pirsa yekem û ya herî zêde cihê meraqê jî bû, alîkarîgirtina Kazim Oz ya ji Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê bû. Derhêner di vê derbarê de got, "Ew demeke hinek taybet bû û rayedarên Tirk jî bi lîstika xwe demokrat nîşandayînê re mijûl bûn. Di wê navê de sûdek wiha bi para me jî ket." Lê pê ve girêdayî jî got, "Li gel wê jî, mixabin, belkî di dîroka dinê de jî yekem mînak be ku dewletek filma bi xwe fînansekirî, sansûr bike."
Li gel wan gotinên derhêner jî nebûna şopên şer ên wek şewitandina gund û daristanên herêmê, zulm û êşkenceya leşkerên Tirk bala mirovî dikişîne. Xortê serlîstikvan carek jî li rastî seytereyeke dijmin nayê. Eger panzer û maşîneyên zirxî jî nebin Dêrsim wek cihekî betlaneyê li ser perda spî xuya dike.
Di encamê de arşîva sînemaya Kurd gihiştiye berhemekê. Dewleta Tirk her gav têketa van şaşiyan! Ya rastî ji bo Kurdan ne xerab dibû. Lê lîstikên Romiyan naqedin û eger ew ji xwe re feydeyeke mezintir nebînin, zû bi zû tevlê karên wiha jî nabin.
Filma Zer wek naverok û çîrok girîng e. Komkujiya Dêrsimê di dîroka Kurdistanê û ya mirovahiyê de rûreşiyeke mezin e. Ne filmek û deh film jî têrî nakin mirov wê barbariyê bîne ser perdeya spî. Jixwe, ya em jê têgihiştin jî ev e ku temeşavan bi pey doza Dêrsimê bikevin û bêhtir li babetê vekolin.
Helbet ev ji bo bi sed hezaran Dêrsimiyên li Ewrûpa û deverên din belav bûyîn jî peyamek e. Derhêner Oz, di babeta nasnameya Dêrsimê de xwedan hişmendî û zanyariyeke zelal e. Lewre, berhemên wî li dijî lîstikên parçekirina bîr û baweriya neteweyî ya Dêrsimiyan jî dibe bersiv. Ya mirov ji berhemên wî têdigihije ku Zer jî di nav de ye, Dêrsim herêmeke ji axa Kurdistanê ye û yên li wir dijîn jî, li gel baweriyên cihêreng jî bin, Kurd in. 
Xortê bi navê Jan yê li Amerîkayê dijî, dil dide strana dapîra xwe û dilevîniya wî di lûtkeyên bilind û serhildêr yên Dêrsimê re derdikeve. Di filmê de babeta bitenêmayîna Jan û vegera li Dêrsimê, cihê niqaşê ye, lewre jina ew jê hez dike Jan  diterikîne û strana dapîrê, xwe digihîne nalîna wî ya ji firqetê.
Di filmê de erdnîgara Dêrsimê ya fewqulade jî baş dihê nîşandan. Kevneşopên Kurdên Elewî jî temaşevanan agahdar dikin.
Derhêner li gorî babeta filmê û serpêhêhatiya komkujiyê filmeke aram kişandiye. Eger mirov gotina, "Li van deran şerin diqewin ku dikarin dîroka mirovahiyê jî biguherînin û Emerîkaya te jî di nav de!" nebihîse û dîmenên koma gerîlayan jî nebîne, wê xeyalşikestineke mezin encam bide. Jan ji gerîlayan re dibêje, "Ev cihûwar çiqas xweş in, çiqas delal in!" Gerîla jî dibêje, "Ma ne, em jî ji bo van xweşikî û delayiyan li van çiyayan in." Gotina navdar a hunerî ya "lêxistina derba zêrîn" jî ev e û berhema hunerî ji têkçûnê rizgar dike.
Her çiqas di nasnameya filmê de sê ziman cih girtibin jî, zimanê serdest tirkî ye.
Di filmê de keda gelek kesan heye, li gel Kazim Oz, lîstikvanên wek Nîk Xhelîlaj, Fusûn Demîrel jî di nav de ji bin barekî giran serketî derketine. Helbet gelek kesên amator jî bêyî ku bi mirov bidin hîskirin di filmê de dilîzin. Zûlfîye Akkulak jî wek tekane produktora jin a Kurd, navê xwe di kunya filmê de nivîsandiye.
Filma Zer wê hefteyekê li sînemaya Babylonê ya li Berlînê li benda temaşevanan be.
02.12.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Civata me ya rasta Xelfeliyê

ad

Nûçegîhanê DHA'yê di qezayê de mir

ad

'Best Sellers' û fîlmên din ên vê hefteyê

ad

Sedhezaran oxir li Berkin Elvan kir

ad

NASA: Kevirekî du qat ji Burj Khalîfa mezintir ber bi dinyayê ve tê

ad

Çorê Arda bi 'Bêwate'yê beşdarî me bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname