Diyarname
Şeşemîn Konferansa Mamosteyên Kurdî roja 24'ê mehê bi beşdariya 65 mamosteyên kurd û şaredariyên Swêdê li dar dikeve.
Bi hevkarîya Skolverketê (Daîreya Giştî ya Dibistanan) û Şaredarîya Vesterosê 6'emîn Konferansa Kurdî ya Vesterosê ku mamosteyên kurd têde tên ba hev û nîqaşê dikin, roja 24'ê vê mehê saet 13.00'an de li Otêla Ta înnê li Vesterosê li dar dikeve.
Ji 26 şaredariyên Swêdê, 65 mamosteyên kurdî û rêveberên dibistanan dê beşdarê konferansê bibin. Her wiha Skkolverket jî dê ji aliyê muşawîr Mats Wennerholm û Peter Fagerlund ve bê temsîlkirin.
Konferans dê bi axaftineka xêrhatinê ya midûra Navenda Duzimanî ya Şaredarîya Vesterosê Karîn Broback dest pê bike û di 25'ê rezberê de jî dê saet di 15.00'ê de temam bibe.
Çend xalên ku dê di konferansê de bêne nîqaşkirin jî ev in:
- Standardkirina kurdî
- Modela Swêdê ya perwerdeya zimanê zikmakî – do, îro sibe
- Li rojhelatê Kurdistanê rewşa kurdî
- Kurd li ser nexşeya Swêdê
- Di sîstema perwerdeyê ya Swêdê de nirxandin û derecedayîn
- Nasandina materyalên dersê yên nû
- Wekî navgîneke alîkar teknolijîya zanyarî û ragikandinê
Zimanê konferansê kurdî û Swêdî ye û konferans ji aliyê Karin Brobock, Haydar Diljen û
Sarko Amin ve tê bi rê ve birin
Wekî notek: Li Swêdê li derdora 70 hezar kurd dijîn. Hejmara zarok û ciwanên kurd ku beşdarî perwerdeya zimanê zikmakî dibin li derdora 10'an e. Li bajarê Vesterosê 500 zarok û ciwan beşdarî perwerdeya kurdî dibin.
Foto ji malpera Dibistanakurdî hatiye girtin