LUQMAN GULDIVÊ
Di kurmanciyê de ew gotina pêşiyan a "kerê me çû seferê vegeriya, kerê berê" heye. Tişta ev gotin îşaret pê dike, bi dîtinê (tecrube, perwerde û yên din), mirov dikarin biguherin, lê diyar e ji ber ku hinek yan jî gelek neguherîne, ev meseleya hanê bûye gotineke pêşiyan ku di asta biwêjan de jî tê bikaranîn. Ez ê berê xwe nedim vê gotina pêşiyan û xwe di nav pêlên ava wê de ya ku ji qama min dibihure, xwe nexeniqînim. Lê berê xwe bidin mefhûma perwerdeyê. Berhema hostekariya romana Hermann Hesse bêguman Gurê Çolê (Steppen Wolf) ye. Ew vegotina ecêb di nava xeyal, tirs, rastî û jiyana salên 1920´î yên metropolên Almanyayê yan jî Ewropaya almanîaxêv, berî ku kamil bibe, mirov li bendê ye berhemên xeşîmiya pênûsa Hesse bixwîne. Lê ji ber ku van rojan ez li ser têgihîştina perwerdeyê, tesîra wê li zarokan, ciwanan û mezinan jî difikirîm, bi awayekî xweber, ji destpêka romaneke Hermann Hesse ya "xeşîmiya" wê ya bi navê "Unterm Rad/Di bin çerxê de" cihek hat bîra min:
Di hinavên wî de tiştekî kovî hebû, bê qaîde, bê çand, ew diviya pêşî bihatana şikandin, agirekî bi talûke, ew diviyabû pêşî bê vemirandin û ji bo bê vemirandin mirov pêl bike. Mirov bi rengê ku xwezayê ew bi gewde kiriye, tiştekî wisa ye ku mirov nikare hesabê wî bike, nikare nava wî bibîne, bi talûke ye. Ew şekeke avekê ye ku ji çiyayên nenas xwe berdide, û ew daristaneke kevin e ku tê de ne rê û ne jî nîzam heye. Û mîna daristaneke kevnar divê bê rohnîkirin û paqijkirin, û bi darê zorê divê bê sînordarkirin, bi vî awayî dibistan divê mirovê xwezayî têkbişikîne, zora wî bibe pû bi darê zorê sînordar dike; erka dibistanê ye ku mirovî li gorî qîdeyên sereke yên ku hukimranan erê kirî, bikin endamekî bi kêr ê civakê û wan xisletên wî di nava wî de hişyar bikin ku bi temamî perwerdekirina wan hema paşê bi biîhtîmam hilberîna qijleyê tacîdarkirî bi dawî dibe.
Li vir Hans ê ku jîr û jêhatî ye di xwendina xwe de piştî pêvajoyeke dijwar a îmtîhanê wê biçe manastirekê ji bo xwendina xwe bi weqfê bi dawî bike. Ez li vir bibêjim, ev karê xeşîmiya Hesse ku di sala 1904'an hatiye bidawîkirin, ango di 27 saliya wî de, di warê vegotina realîst a pêwendiya romanê de gelekî serketî ye, heta karê hostekarekî ye. Ez ê behsa romanê û serketina wê nekim û li mefhûma perwerdeyê vegerim, helbet di peywenda civaka modern de.
Hîna berî dibistanê, gelek dê û bav neçar in ku zarokên xwe hîna pitik in bidin destê dezgehên ku bi miqatebûna pitik û zarokên piçûk radibin. Li vir armanc bi tu awayî ne ew e ku zarok di şert û mercên ji bo wan herî baş de bên mezinkirin; lewma şertên herî baş ew in ku di nava malbatê de, nêzî dê û bav û endamên malbata mezin bin, pê re jî karibin xwe bigihînin hawîrdora ewle ya mekanî berfireh hem di nava gund û bajêr de û hem jî li derveyî gund û bajêr di mekanên din ên fireh û cografî ku ji bo wan meydanên lîstikê ne.
Zarok herî baş û bi sihet di vê çarçoveyê de fêr dibe, nas dike û hêdî hêdî di zarokatiya xwe de kamil dibe. Ya ku ev saziyên miqatebûna li zarokan dikin ew e ku, bikin ku hem dê û hem bav karibin ji bazara kar re bibin keda erzan. Zarokên xwe li cihekî deynin û karekî erzan li deverekî bikin. Li dibistanê jî ya dewam dike, tevî rêbazên nû jî ew e ku mirovên bi kêra nîzama heyî bikin bigihînin û bersivê bidin pêdiviya kadro, pispor û pişpişeyên ji nîzamê re lazim. Ango armanca sîstema perwerdeya heyî ya nîzamî li seranserê dinyayê, bi awayên xwe yên guhertî, hinekî hişt, hinekî nerm, gelekî hişk û gelekî nerm, ji ber ku di vê pêwendiya esasî de pêk hatine û li gorî wê li ser piyan tên girtin, hîna ew gotinên Hesse di romana wî ya xeşîniyê de piştî bêhtirî sedsalî zêde neguheriye. Ev rastî bi serê xwe nîşanî me dide ka çiqasî pêdiviya me pê heye ku ji nû ve rahêjin vê mefhûma perwerdeyê, pê dakevin û siheta rihî û bedenî ya zarokên xwe li pêşiya her tiştî deynin, bextewariya civaka xwe li pêşiya her tiştî deynin û serê xwe bi alternatîfan biêşînin. Yan na kerê me wê biçe seferê, ew ê vegere kerê berê û bi ser de jî şikestî û xembar.
guldive@yahoo.fr
17.08.2017, Yenî Ozgur Polîtîka