FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Ev navê berhema helbestan a Şivan Zeren e. Wî berê hin helbesten xwe di bin serenavê “Kurdistanbûl” de weşandibûn, ango ev berhema wî ya duyemîn e. Şivan Zeren li Stembolê tê dunê û mezin dibe. Cihê şanaziyê ye ku ciwan û malbateke Kurd di nava sînga Tirkiyê de zimanê xwe biparêze û bi wê helbestan dinivîse. Di berhema wî ya nav Dilperest de rojbûna wî wiha tê ragihandin: “Sala Michel Foucault rehmet kir, dema tekoşîna çekdarî li dijê dagirkerên welalatê çiyê destpê kir, Şivan li Stenbolê wek pêncemîn zarokê malbatê hate dunê.”
Helbest êdî hinek serbestî, hinek bi peyvan lîstin, hinek hevokan ser û bin kirin, hinek romantîzmê di nav perwaneyên bayê felekê de nîşan dayîn e. Her helbestvan bi reng û çêjeke cûda vê şîravê vedixwe. Wî jî di vê deryaya bi peyvan neqişandî de bi awayê xwe per û bask li bakiriye. Helbestên wî dagirtî ne bi welatparêziyê.
Em çend mînakan jê rêz bikin.
Helbesta yekem ku navê wê helbestê li vê berhemê bûye. Dilperest helbesteke dirêj e, destpêka helbestê: “Xweliyek / Bi agirê xwe poşman dimîne / Û dû jê diçe / Can ji min diçe / Ruhê rewan im li dû pelê payîzan...”
Carna hêvî û dil, carna dest û hemêz carna serî jî dimîne vik û vala. Wî jî di helbesta “Çarçoveya Vik î Vala” de ev aliyê ter vekiriye: Yek hat/ Ji lêvên min/ Maçîn ji xwe re bir/ Yek hat/ Bi min re bû yekser/ Hêzên min ji xwe re bir.../ Yek hat/ Û min êşand/ Kenên min ji xwe re bir/ Yek hat/ Bedeneke vik î vala dît! / Û destvala vegeriya....”
Helbesta nav “Vebinêrî” jî bi vî rengî xemilandiye: “Ketim deryayê / Deryayê pêl da û sincirî / Ketim nav çolan, babîlosk rabû / Aşiq im! / Min hevsarê tirsê qedandiye / Ji çûyîkan im/ Ne ji hatiyan / Ez derwêşê rêya te me...”
Ma mirov helbestvan be, dikane Robozkiyê nebîne û bi wê êşê çend rêzan nereşîne. Ew li ser Robozkiyê wiha dinivîse: “Ro biskên xwe kişand û çû/ Ji Robozkê; / Hingûra êvarê / Bangî şevê dikir.../ Şev bi mijê / Mij li berfê miz dida. / Bi vê şeva ku ber bi têkçûyînê ve gav davêt / Hatin!...”
Belê zarokên welatê me di pêsîra şer de li cihaneke bêwîjdan dijîn. Rêzdar Zeren Zarok ji bîr nekirine ji nalina wan jî radigihîne: “Piştî ku Şahmaran / Ji dîwaran rakirin / Wêneyê zarokên xwe yî / Bûne pakrewan daliqandin / Ala bêçaretiyê çikandin / Li welatekî weran...”
Ev helbest nav “Nalîna ku Çûye Ava” jî zarokên hê rastiya cihanê tênegihîştî, bi guleyên dijmin êşek li ser dilê me hîştin û çûn, tîne bîra mirov: “...Biçûk bû.../ Lê bi wê perîrûkê / Welatê ruhî nefiyan eyan dikir / li hizir û bîra min / Bêhna wê welat bû, fûrîna ku jê difûriya / Bû bayek delodînî / Min da ber xwe û çû..”
Ma helbestwanek dikane pakrewanan ji bîr bike? Ma helbest bê pakrewanan dikane bibe xwediyê wateyekê. Ji helbesta “Pakrewanê Işqe”: “Li vê siharê / Li vê pepûkê.../ Mirin lerizî bi kêlîkên janê / Rûkê te çilmisîn wek findekê / Li ber (ba) çûnê.../ Temenekî terikandî / Siya êşeke bêwîjdan / Kişande ji wan Pêpelokan”
- Navê berhemê: Dilperest / Şivan Zeren / Helbest / Weşanên Berbang/ Stenbol 2014 / 110 rûpel
balani51@gmxl.de
16.08.2017, Yenî Ozgur Polîtîka