Diyarname
Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 140'î derket pêşberî xwendevanên xwe.
Nûbihar ku sê mehan carek derdikeve hejmara xwe ya nû ya havînê pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Di vê hejmarê de jî gelek nivîsên cur bi cur hene. Nivîs û çîrokên Berken Bereh, Maruf Xeznedar (Werger: Ziya Avci), Rohat Alakom, Yunus Amedî, Murad Celalî, Husein Muhammed, Seîd Veroj, Tehsîn Îbrahîm Doskî, Hanefî Taşkın, A. Meretowar, Zîwer Îlhan, Ebdirrehman Erçek, Mela Muhemmed Gulnar, Besra Pîranij û Alan Dojeh cih digrin.
Her wiha Rojen Barnas, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî (Werger: Hayrullah Acar), Ahmed Arif (Werger: Talat İnanç), Mehdî Ritamî, Shahîn Bekir Soreklî, Goethe (Werger: Abdullah İncekan), Sidîq Gorîcan, Ali Bayram, Brahîm Mehmûd, M. Zahir Ertekin û H. Henûn bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.
Ji hevpeyvînan Nihad Gultekin bi nivîskar û zimanzan Ezîzê Cewo re hevpeyvînek kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê: 0212-519 00 09, nubihar@gmail.com