Diyarname
Ji bo 20'emîn salvegera wefata Prenses Diana belgefîlmekî 6'ê vê mehê dê bê weşandin û tê gotin ku hin dîmenên di belgefîlm de yekemîn car dê bêne weşandin.
Ev belgefîlm berî niha di kanala DYA'yê NBC de hatibû weşandin û niha dê kanala Channel 4 de bê weaşndin ku tê gotin têde dîmenên ku li Îngilistanê qet nehatine weşandin hene. Çapemeniya îngilîz ji niha ve dest pê kir li ser nûçeyan çêdike. Di salên 1992-93'yan de dê li pêşberî gel çawa biaxeve Diana ders digirt û ew dersên wê li Qesra Kensington bi awayekî dizî hatibûn kişandin. Berê ji ber reaksiyonan ev dîmen nehatibûn weşandin lê Channel 4 dest ji nîşandayîna wan berneda. Belgefîlmê bi navê "Diana: In Her Own Words" (Diana: Bi Gotinên Wê) li ser zewaca Diana disekine. Di belgefîlm de tê gotin ku Diana di 24 saliya xwe de evîndarê kurikek bûye û wisa tê gotin: "Di 24 saliya xwe de evîndarê kurikek bûye parçeyan van tiştan bûm. Ev hat ferqkirin û pêşî ew hat qewirandin, paşê hat kuştin. Xemginiya min a mezin a di jiyana min de ev e. Divê min bi agir nelîsta, min lîst û gelek xirab bû." Di belgefîlm de gelek agahiyên din têne pêşkêş kirin.