Diyarname
YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) li gor encama referandûma hat kirin ku dê li Tirkiyeyê êdî hejmara mebûsan bibe 600 parvekirinek kir. Li gor vê parvekirina YSK'ê hejmara mebûsên 32 bajaran zêde bû ku di nav van de bajarên kurdan jî hene.
Herî zêde hejmara mebûsên Stenbol û Enqereyê zêde bûn. Her wiha li Enqereyê du herêmên hilbijartinê hebûn kirin 3, li Bursayê jî kirin du herêm.
Bajarên mebûsên wan zêde bûn
Hejmara mebûsên Stenbolê ji 88'an (Herêma yekemîn û sêyemîn 34, herêma duyemîn 29 mebûs) derket 97'an, yên Enqereyê ji 32'Yan derket 36'an û yê Îzmîrê ji 26'an derket 28'an.
Antalya, Bursa, Entab, Mêrsîn, Kocaelî, Riha 2 mebûn li wan bajaran hatin zêdekirin.
Edene, Afyonkarahisar, Agirî, Aydin, Denîzlî, Amed, Edîrne, Elezîz, Hatay, Kayserî, Kocaeli, Ordu û Batman jî hejmara mebûsên wan zêde bû.
Bajarên kurdan
Rewşa bajarê kurdan jî bi vî rengî guherî:
Agirî 5 (berê 4 bû), Amed 12 (berê 11 bû), Batman 5 (berê 4 bû) Bedlîs 3, Culemêrg 3, Çewlig 3, Dêrsim 2, Elezîz 5 (berê 4 bû), Erdexan 2, Erzîncan 2, Erzerom 6, Entab 14 (berê 12 bû), Îdir 2, Meletî 6, Mereş 8, Mûş 4, Riha 14 (berê 12 bû), Qers 3, Sêrt 3, Şirnex 4, Wan 8