• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nûçe

Hin notên ji Þêwra Yekîtiya Neteweyî

Dîrok : 15 07 2017 | Beþ :

Nûçe

Diyarname
Îro li bajarê Silêmariyê Þêwra Yekîtiya Neteweyî dest pê kir. Þêwra ku pêþengiya wê KNK'ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) dikir sibê jî dê bidome. Axaftina destpêkê ya þêwrê ji aliyê Hevserokê KNK'ê Rêbiwar Reþîd ve hate kirin.
Di rûniþtina yekem de, nûnerên YNK, Tevgera Goran, Partiya Komela Îslamî, Partiya Yekgirtû Îslamî, KCK, Tevgera Îslamî, PYD, Komele Komunîsta ya Îran, Partiya Komunîstî Kurdistan, Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriye, Partiya Çep a Kurdên Sûriye, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Saziya Malbatên Þehîdan a Rojava, Rêxistinên Jinan li gel gelek rewþenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspî mafê axaftinê girtin û axivîn.
Vane notên ji îro:

Hevserokê KNK'ê Rêbiwar Reþîd:
- Em hêvî dikin piþtî guftûgoyên du rojan encamek baþ em pêþkêþî gelê kurd bikin. Kongreya Netewî ya Kurdistanê dixwaze hemû rêxistinên siyasî yên Kurdistanê hevkariya xwe ji bo vê xebatê bidin nîþandan û li dijî siyaseta dagirker bisekinin. Em tev bi hev re dikarin Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin platformekî netewî, ji bo hemû meseleyên girîng yên ji bo siberoja Kurdistanê. Niha tiþta herî pêwîst lidarxistina kongreya neteweyî ye.
Nabe ku Yekîtiya Neteweyî ji ber ne beþdarbûna hindek partî û rêxistinan were taloqkirin. 
KNK di wê baweriyê de ye ku hejmara partiyên siyasî ne pirsgirêk e, dikare bibe diyardeyeke siyasî ya baþ jî.
Em tev bi hev re dikarin Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bikin platformekî neteweyî, ji bo hemû meseleyên girîng yên ji bo siberoja Kurdistanê. Ji bo civakeke aram û tendurist pêwîst e mafên demokratîk, mafên jinan, mafê çînan, mafên xizmetgûzariyên giþtî werin bidestxistin. Em bi vî awayî dikarin sîstemekî konfederalîzma demokratîk ya Kurdistanê pêþ bixin ku ereb, faris, gelê tirk û belûcî cîranên me jî bên nava rêzên Kurdistanê û ji bo pêkanîna herêmeke bi îstîqrar û aram bixebitin.

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah (li ser navê partî û saziyên Rojava axivî):
- Berî her tiþtî ez li ber þehîdên azadiyê kemberbest dibim. Hemû berxwedêrên li her çar parçeyan silav dikim. Li goristanên þehîdan ên Rojava yekîtiya neteweyî pêk hatiye. Ev goristan ji me re dibêjin yekîtiyê pêk bînin. Gelê me yekîtî pêk aniye. Êdî dora partî û rêxistinên siyasî ye. Divê em vî tiþtî ji xwe bipirsin, çi tiþt e yekîtiya me ya neteweyî asteng dike?
Tehdîdên li ser Efrînê didomin. Li Bakur, Baþûr, Rojava divê em bi giyanekî hevpar li hemberî êrîþan têbikoþin. Em bawer dikim ev komxebat ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî wê gaveke mezin be.

Endama Dîwana KCD'ê Mulkiye Bîrtane:
- Pêwistiya gelê kurd û Kurdistanê bi statû û rêxistinbûyînê heye. Êdî gelê me ji rewþa civakeke bêrêxistinî derketiye, di Rojhilata Navîn de bûye hêza herî pêþeng, bi bandor û rêxistinkirî. Ji ber ku berê yekîýtî û rêxistineke hevpar a kurdan nebû nekarîn mêtîngeriya li Kurdistanê têk bibin.
Ev komxebata me derfeteke herî baþ ya ji bo yekîtiyê ye. Siyaseta bila biçûk be, lê ya min be her tim bi gelê me dide windakirin. Referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê di warê erênî û neyînî de wê bandoreke mezin bike. Divê pirsgirêkên navxweyî di vir de werin çareserkirin."

Endamê Dîplomasiya KCK’ê Serhed Varto:
- Yekîtiya Netewî, ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî yekpare û bi rêyên siyasî-demokratîk were çareserkirin pêwîst û ferz e.
Divê kurd teqez yekîtiya xwe saz bikin. Divê prensîb û xalên esasî yên Yekîtiya Neteweyî werin nîqaþkirin.
Pir þaþ e ku pirsgirêkên di navbera hindek partiyên siyasî de li pêþiya yekîtiya neteweyî asteng werin dîtin. Li dewsa ku em pirsgirêkan wekî astengiyeke li pêþiya Yekîtiya Neteweyî bibînin, Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî wekî platformeke çareseriyê ya hemû pirsgirêkên xwe dîtin, wê nêzîkatiyeke hîn rasttir be.
Divê xebatên Yekîtiya Netewîey bi nîqaþên komxebata KNK'ê re bi sînor nebin, derbasî asteke jortir bibin û têde prensîb û xalên esasî yên Yekîtiya Neteweyî werin nîqaþkirin.
Divê were zanîn ku tiþtê ku ji bo kurdan xeter û metirsîdar e, di heman demê de di nava xwe de derfetên azadiyê jî ji bo kurdan pêþkêþ dike. Ev jî rastiyek e. Ji lewma di navenda þer de cih girtin, ji bo kurd û Kurdistanê helwest û sekneke stratejîk jî dide qezenc kirin. Eger ev rol û sekna kurdan baþ were nirxandin, wê ji bo kurdan azadî, ji bo Rojhilata Navîn jî demokrasiyê bîne.

Ji Tevgera Goran Aras Welî:
- Niha gelê kurd ji her demê bêhtir bi hêztir e û tevahiya çapemeniya cihanê bi balkêþî temaþeyê gelê kurd dike. Berxwedana gelê kurd a salên 1991 li Baþûrê Kurdistanê wisa kir ku civaka navnetewî maf bide gelê me. Niha destkeftiyên gelê kurd li Baþûr û Rojavayê Kurdistanê bûye cihê baldariyê ji bo tevahî cîhanê, bi taybet di aliyê rêxistinbûyîna jinan de bala cihanê kiþaye ser xwe.
Yekîtiya Netewî ji bo pêþketina hêza gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstiyek e û niha li Rojavayê Kurdistanê pêwîst e bi alîkariya madî û manewî heye. Divê niha alîkariyek zêdetir ji bo wê were kirin.
Ji bo Baþûr pêwîst e dewleta serbixwe armanca wê hebe, ne xewn û xiyalî be. Divê hizbek wekî diruþm û daxwazên xwe yên siyasî vê bikar neyne. Her wiha ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe bikar neyne.”

Endama Konseya Rêveber a Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Besê Erzîncan:
- Eger em gelê kurd yekîtiya xwe saz nekin emê rû bi rûyê metirsiyên mezin werin. Ji ber em ne yekgirtîbûn bi hezaran jinên êzidî ketin destê DAIÞ’ê.

Rêxistinên Rojhilat:
- Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Siyamend Moînî bi navê PJAK û KODAR peyameke hevbeþ pêþkêþ kir û got: “Divê hemû alî erkên xwe yên dîrokî bilîzin û ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî jî gavên pratîkî werin avêtin. Gelê Kurdistanê daxwaza azadiyê dike û ji bo pêkhatina vê jî amade ye. Divê partî berjwendiyên xwe yên hizbî û aborî nedin pêþ berjwendiyên neteweyî û fersendên dîrokî ji dest nedin.”

Mebûsê HDP'ê Nadir Yildirim:
- Li her derê zext û zilm li gelê kurd tê kirin lê, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê faþîzmê pêktîne.
Niha Rojhilata Navîn navenda hemû nakokî û aloziyane. Birêz Abdullah Ocalan dibêje, projeya min ya herî mezin yekîtiya Kurdistanê ye û em jî wekî HDP vê ji xwe re esas digirin. Divê em kurd pirsgirêkên xwe tev bi diyalog û nîqaþê çareser bikin. Divê em ne çar parçe, yekparçe bin. Emê teqez serbikevin.
**

Nûçeya eleqedar:

- KNK: Komxebata yekîtiya netewî li dar dixe

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Lîstikvan Nur Surer xelata xwe da Dayikên Þemiyê

Lîstikvan Nur Surer xelata xwe da...

07 08 2022

Þêrko Bêkes hat bibîranîn

Þêrko Bêkes hat bibîranîn

05 08 2022

Li Girê Filan 2 hezar û 687 berhemên dîrokî hatin dîtin

Li Girê Filan 2 hezar û 687 berhemên...

04 08 2022

Di salvegera komkujiyê de xêzek

Di salvegera komkujiyê de xêzek

03 08 2022

Ev jî hene

Cengiz Aytmatov rakirin nexweþxaneyê

Cengiz Aytmatov rakirin nexweþxaneyê

18 05 2008

Agir bi Mizgefta Mezin a Amedê ket

Agir bi Mizgefta Mezin a Amedê ket

02 05 2011

Helbestvan û çîroknivîskar Azad Ronakbar wefat kir

Helbestvan û çîroknivîskar Azad Ronakbar wefat kir

25 12 2010

Navê Yildirim Ayhan dane pirê

Navê Yildirim Ayhan dane pirê

06 09 2011

'Kurd dê dest ji daxwaza statuyê bernedin'

'Kurd dê dest ji daxwaza statuyê bernedin'

13 12 2015

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname