Nenas Hîçistanî
Dibe ku ev dinya dojeha gerestêrkeke din be*
Aldous Huxley
Min dereng e, min çûyîn divê. Hewcedariya min bi navnîşanên we tune ye, bi tenê ez ê biçim. Li şûna xwe tu tiştî nahêlim ji bilî çûna xwe. Çûna min dê ji we re bimîne. ‘Wextekî yek hebû û paşengê çû…’ va ye serboriya min. Bi tenê hevokek. Belê ev hevok bila ji min diyarî be li mirovahiyê. Êş, kul, jan, azar, xem, kovan û kesera min dê li xema kesekî nebe. Ji we ‘jibîrkirin’ dê ji min re bimîne wekî diyarî. Min dereng e, min çûyîn divê…
Ez her roja Xwedê şewitîm. Min got: ‘Ez ê pêşî bişewitim, paşê ez ê bibim arî û ez ê xwe ji ariya xwe ji nû ve biafirînim’. Lê nebû, bi tenê şewitîm û hê jî dişewitim. Laşê min ê westiyayî li min bûye dojeh û her roj tê de dişewitim. Ez li pey evînê ketim bi coş û peroşa dilê xwe. Evîn tiştekî pîroz û destpêneketî bû, li benda vedîtina min bû. Lê belê evîna min bi pevşabûnên jehrîn hate kuştin. Evîn bi qasî laşê fahîşeyekê sik û sar bû. Ew ne li ezmanan, di nav paqan de bû. Min ê cîhan biguheranda û ev têxista bihuştek lê nebû, ew diguherî û min jî bi xwe re diguherand. Piştî demekê ez jî wekî her kesî hînî her tiştî bûm. Li pey derd û kulên rojane ketim. Lê hey carinan min qîma xwe bi wê hînbûnê nedianî. Kêmasiyek hebû û ew min diricifand, dilerizand. Jiyan li ser xeletiyan hatibû avakirin. Encama jiyanê ji bilî poşmaniyê tu tişt nîn bû. Ez li vê dinê weledê zîna bûm. Min ne dê ne jî bav hebû. Wekî zarokekî nûbûyî şilf û tazî bûm di sir û seqema hebûneweriyê de. Min dereng e, min çûyîn divê…
Di her serkeftinê de têkçûn, di her temambûnê de kêmasî heye. Homo Sapiens diviyabû koka xwe biqelanda. Lê nebû, di serkeftina wî ya li jiyanê mayînê de min jiyana xwe ji dest da. Her kesî pesn dida êqil, bi wî xwe wekî xwedanê cihanê didan naskirin. Pê serbilind dibûn. Lê aqil li min bû zebanî, her roj îşkenceyan li min kir. Ji bo ku jê xelas bibim, min carinan xwe davêt bextê xewê lê di wê de jî xewnereşk dibû para min. Ez li pey rastiyên têkûz ketim bi hiş û mêjiyê xwe yê şolî. Ez li her derê pêrgî rastiyên xweserî hatim. Her kes bi rastiyên xwe ve di heman demê de bi çewt û xeletiyên xwe ve dijiya. Her kes bi qasî xwe rast bû. Min xwest ku ji tenêtiyê xelas bikim xwe. Tevlî qerebalixan bûm lê di wan de tik û tenê mam, bi tenêtiyeke xwedawerî. Min dereng e, min çûyîn divê…
Her kesî xwe bi pênaseyên ku ‘bi destê mirov ve hatibû afirandin’ê ve xwe dida naskirin. Xwe di sînor û tixûban de heps kiribûn. Her tişt bi destê mirovan ve dihat kirin, mirovê ku bi qasî afirînerê xwe şaş. Li her derê mirin, kuştin, rondik, zilm û zordarî hebû. Kesê ku dikuşt jî mirov bû, kesê ku dihat kuştin jî... Li aliyekî Qebîl li aliyekî jî Hebîl. Va ye mirov, va ye serbilindî(!) Min bi çavekî piçûkane li serkeftiyên mirovên mezin (!) nihêrî. Bi qasî ‘Le Petit Prince’î** şaş û mat mam. Min bi çavine heyirî li der û dora xwe dinêrî. Nêrînên min mişt têkilûpêkilî dibûn. Min dereng e, min çûyîn divê…
Neçar bûm. Her tişt ji çareseriyê dûr bû. Ne hûn pag bûn ne jî ez pag bûm. Me bi destê xwe, xwe qirêj û kirêt kiribû. Em hem mirovkuj hem jî xwekuj bûn. Em hemû sûcdar bûn. Me xwe bi xwînê şûştibû. Em di gola xwînê ya ku me rijandibû de dixeniqîn. Me keç hem ji xwe re dikir jin hem jî dikir fahîşe. Em di nava nakokiyên xwe yên bêhnketî de dijiyan. Ez pir westiyam. Berxwedanên beyhûde ez têk birim. Min bêhnvedan divê. Pê hisiyam ku cihek li benda min e bo mazûvaniyê. Dengekî nenas gazî min dike bo aramiyê. Ez di navbera hebûn û tunebûnê de hîç im. Min dereng e, min çûyîn divê. Ez ê ber bi hîçistanê ve biçim…
* Maybe this world is another planet’s hell
**Le Petit Prince ( Antoine De Saint-Exupéry )
***
Nivîsên Nenas Hîçistanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li benda te
- Dil ji min bir talan*
- TU
- Zimanê Bindestî
- HÎÇÎSTAN