Diyarname
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr îro di civîna koma HDP'ê ya meclisê de axivî, bal kişand ser zavayên mezinên AKP'ê ku têne binçavkirin û têne berdan. Zavayê Şaredarê AKP'ê yê Stenbolê bi sedema nexeweş e hatibû berdan, zavayê Cîgirê Serokê AKP'ê yê berê Bulent Arinç ê bi navê Ekrem Yeter jî bi sedema "navnîşana wî diyar e" hatibû berdan. Baydemîr qala vê kir û got: "Di demên dawî de rewşa zavayan derket holê. Zava bêyî bêne tewqîfkirin têne darizandin. Yên ku zanîngeha hiqûqê dixwînin dê nêzîktêdayîna ji bo zavayan li cihek not bikin. Bêyî tewqîfkirin darizandin rêgezeke hiqûqê ye. Ji bo berdana zavayan navnîşana wan diyar e dibêjin, ma navnîşana Demîrtaş ku her roj em diçin mala wî ne diyar e? Navnîşana Ahmet Şik ne diyar e?"
Her wiha Baydemîr ji bo akademîsyen Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ku ji bo karê xwe di grevê de ne û her wiha ji bo hemû karkerên ber xwe didin jî silav şand.