KAMRAN SİMO HEDİLÎ
Civat, çand û hunerê nû dike û her wisa çand û huner jî civatê pêş dixe. Civat bandorê li wan dike û ew jî bandora xwe li civatê dikin. Bi vî awayî hem çand û huner civatê bi pêş ve dibin û hem jî civat dike ku kedkarên çand û hunerê xwe nû bikin û xwe bigihînine asta bilind.
Nivîskar, hunermend, şêwekar, helbestvan bi kurtî kesên bi çand û hunerê re mijûl bêçare dimînin xwe nû bikin, da ku berhemên xwe bi rêbazên nû pêşkêş bikin. Bi awayekî karibin pêşengiyê ji pêşxistina civakê re bikin. Çiqasî bandora çand û hunerê di pêşxistina civatê de hebe, ewqasî bandora civatê jî di nûkirina çand û hunerê de heye.
Her wisa huner û çanda serdest û yên din jî, ji hev sûd werdigirin û bandorê li hev dikin. Bi giranî huner û çanda serdest li ser veguhartina yên din bandora xwe dikin. Mînak ji çaxên kevn û heta sedsalên navîn bandora çanda Rojhilata Navîn li ser çanda cîhanê hebû. Di roja me de jî, bandora çanda Rojava li ser çanda cîhanê heye.
Hemû gel çand û hunera xwe li gora çand û hunerê serdest rast dikin. Ne tenê ji aliyê ciwankarî ve têne rastkirin. Formê rêstinê, wêne, destnîşankirina sembolan, naverok, hevdengî û wekî din jî têne rastkirin. Ji van veguharînan re helbest pêşengiyê dike. Helbest jî weke hemû beşên çand û hunerê yên din, nûbûnê ji civatê digire û dîsa bi paş ve dide civatê, wisa xwe nû dike.
Li vir dixwazim li ser wan xisûsiyetên helbestê çend tiştan bêjin. Ev xisûsiyetên helbestê ji terefî herkesî ve were pejirandin jî, ji rewşa danasîna wê re kêm dimîne. Sedema ku helbest hîn jî nikare bê danasîn, dibe ku ne ji tênegihiştina dema wê be. Lê dibe ji ber cudabûna xeyal, raman û hestan be. Ji bo têgihiştina helbestê, dîsa helbest bi xwe, xwe dide nasîn. Bi vî awayî danasîna helbestê di ti pîvanê de bi cih nabe.
Digel vê yekê jî, gelek helbestvan serê xwe li ser helbestê êşandine û diêşînin. Ev kiryarên wan heşmetkariyê (heyrantiyê) di hestê me de çêbikin jî, ew nedanasîna helbestê ne. Di derbarê helbestê de zanînê didin me. Ev zehmetî û serêşa helbestvanan bi tenê dewlemendkirina asoya mirovan e. Cîhana me bi saya serê wan û helbestê ber bi kamilbûnê ve diçe. Ev rêwîtî dê berdewam bike, heta ku mirov li cîhanê hebin. Bi hatina mirovan re destpêkir û dê bi mirovan re berdewam bike.
Li her serdema ku civat pêşket û awayên nivîsandinê yên nû mirovan peydekirin, hate gotin, ´´êdî temenê helbestê bi dawî hat.´´ Li her veguhartinê, mirina helbestê hate gotin û baweriya ku dê xwe nûjen bike lawaz bû. Lê helbestvanên jîr û zane temendirêjiya helbestê nîşandan. Jîndarbûna helbestê bi civatê dane pejirandin û helbestê riya xwe berdewamkir.
Pablo Neruda, di hevpeyvînekê ku pê re tê kirin de, di derbarê berdewamkirina temendirêjiya helbestê de bersiveke wisa dide:
’’ …Ya ku ez dizanim dê di sedsala bîstan de helbest nemire. Di her deman de mirina helbestê hatiye xwestin. Lê wisa xuyaye ku dê heya heta yê bijî. Gotin ku bi Dante dawiya helbestê hat. Lê piştî kurte demekê Jotge Manrique çirûskek pêxist û ew çirûsk di siyê de biriqî. Paşî Viktor Hugo bi qasî ku tiştekî ji yên dû xwe re nehêle, her tişt malişt û bir. Lê pir tê re neçû, yekî nazik bi navê Charles Baudelaire derket, li dû xwe jî serseriyekî bi navê Arthue Rimbaud kişkişand û helbestê bêhneke nikûnû bi dest xist. Kê bawerdikir dê piştî Walt Whitman helbest were nivîsandin? Wî hemû mêrg çandibû, kesî nikarîbû li ser şênkaniyiyê bimeşiya. Bi vê re, Mayakovskî derket û bi dengê boriyan, bi dengê teqîna tifingan, bi axînkişandinan, bi îskînan, bi dengê trênan û bi dengên erebeyan maleke helbestan ava kir. Çîrok wisa dewam dike.
Pir vekirî û eşkere ye ku dijminên helbestê amade ne ku çavên helbestê derxînin, destên xwe têxin qirika wê û wê bifetisînin...´´
Gelek caran û li gelek welatan hukumdarên dîktator bi dijwarî çûne ser helbestvanan. Li her serdemê bi tawanbariya ku gel li dijî dewletê teşwîqî serhildanê dikin, helbestvan girtin û kuştin. Bi çavtirsandin û xapandinê wisa kirin ku hin kes dev ji nivîsandina helbestê berdin.
Lê yên mîna helbestvanê Spanî Federico Gacia Lorca ya ku berî gulebaran bikin, helbest xwendî jî hene:
´´Mirovê ne azad çi ye?
Ji min re bêje, Mariana.
Bêje, çawa ji te hez bikim ku ne azad bim?
Ez çawa dilê xwe ji te re vekim ku ev dil ne yê min be?´´
Heta jiyan hebe yên mîna Lorca ku li helbestê xwedî derkevin dê hebin û helbest jî dê mîna kaniyek zelal biherike û biherike.
kamransimo@hotmail.com
03.06.2017, Yenî Ozgur Polîtîka