Diyarname
Maça Fînalê ya Lîga Şampiyonan a Fûtbola Jinan îşev di navbera du tîmên Fransayê de bû: Lyon û PSG. Lyon bi penaltiyan bi ser ket ku penaltiya dawî qeleparêza Lyonê Bouhaddi avêt û kir gol.
Maça fînalê ji aliyê hakêma alman B. Steinhaus ve hat birêvebirin. Hakêma alman li Almanyayê yek ji hakêmên jin a jîr e lewma Federasyona Almanyayê biryar girt ku sala bê ew maçên Bundesliga jî bi rê ve bibe. Steinhaus dê bibe yekem hakêma jin ku di Bundesligayê de maçê bi rê ve dibe. Bi vê serketinê maça fînalê dabûn Steinhaus.
Li stdaê nêzî 25 hezar kesî li maçê temaşe dikir. Di maçê de Lyon ji PSG'ê hinek din serketîtir bû. Di nivîveka yekemîn û ya duyemîn de wekheviya 0-0 neguherî û derbasî 30 deqîqeyên zêd ebûn dîsa encam neguherî û dê bi penaltiyan serketiyê îsal diyar biba.
Di panaltiyande Lyonê bi 7-6 serketin bi dest xist. Penaltiyên dawî qeleparêzan avêtin. Pêşî qeleparêza PSG'ê Kiedrzynek penaltî avêt lê nekarî veguherîne golê û vê carê qeleparêza Lyonê Bouhaddi hat, gelek bi şid li gogê da û gol, û kûpa...
Qeleparêz Kiedrzynek gelek xemgîn bû û heta seramoniyê jî giriya û qeleparêz Bouhaddi heta dawî dilşad bû.
Lyon heta niha 6 caran derketibû fînalê û bû 4 caran bi ser dikeve. Û bû du sal bi ser hev de bi ser dikeve. Di Lîga Şampiyonan a Ewropayê de heta niha herî zêde tîma jinan a Lyonê ev Kûpaya Şampiyonan bi dest xistiye. Bû 4 caran vê kûpayê dibin mala xwe. Piştî van t îma Alman Frankfurt tê ku 3 caran ev kûpa girtiye û bi du caran tîmên Wolsburg û Turbine Potsdam tên.
Ji maçê hin fotoyên lîstikvanên Lyonê:
- GALERÎ-TÎMA JINAN A LYONÊ-2017