Çiyayî Bêlîzanî / NRT
Ji dema derketina DAIÅž'ê û heta dagirkirina yek ji sisiyê axa Iraqê û hewildana çêkirina nexÅŸeyeke nû li Rojhilata Navîn û bi taybetî piÅŸtî ku welatên mezin yên cîhanê hest bi metirsiya wê kir, ew bi xwe daketin meydanê û li dijî DAIÅž'ê hevpeymaniyek ava kirin. Lê belê heta wê demê jî li baÅŸûrê Kurdistanê kurdan amadekeriyên pêwîst ji bo berengarbûna DAIÅž'ê nekiribûn. Heta hin rayedarên Herêma Kurdistanê digotin em bûne cîranê Dewletek Îslamî, nabe ku em ji wan bitirsin û gotinên xwe weke karteke siyasî li dijî hikûmeta navendî ya Iraqê bikar dianîn, bi tayebtî jî piÅŸtî ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê xirab bûn.
Lê DAIÅž'ê cîraniya kurdan û gotinên nazik yên rayedarên kurd li ber çavan negirtin. PiÅŸtî demekî çeteyên DAIÅž'ê êriÅŸî hin çeperên pêÅŸmergeyan yên li tixûbê madeya 140´an kirin. Hin pêÅŸmerge ÅŸehîd û hin jî dîl girtin. Lê dîsa hin rayedarên kurd hêncet li ÅŸûna DAIÅž'ê girtin û digotin ÅŸaÅŸiyek çêbûye, me arêÅŸe ligel DAIÅž'ê nîne, emê rewÅŸ dîsa asayî bikin.
Di dawiya dawî de DAIÅž'ê ji Åžingalê bigire heta Celewla êriÅŸî hemû çeperên pêÅŸmergeyan ên dikevin nava sînorê madeya 140'an kir û karesatek mezin rû da. Ev herêm tevî sivîlan bê ÅŸer ketin destê DAIÅž'ê. PiÅŸtî vê yekê hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê siyasî, eskerî û hunerî de daxwaza alîkariyê kir û bang li hevpeymanan kir ji bo werin hewarê.
PiÅŸtî hêzên hevpeymaniya navdewletî bi hawara baÅŸûrê Kurdistanê ve hat, wan jî hinekî xwe komî ser hev kir. Lê dîsan jî BaÅŸûr rêbaza berê dewam kir û nekarî di warê netewî de vê derfetê baÅŸ bikar bîne. Dîsan xeta Hizbî hilbijartin. Dema mirovî li berûkên ÅŸer dinêrî li ser piraniya tirimbêlên leÅŸkerî alên hizbî, wêneyên serokên hizban û kesên jiyana xwe ji dest dayîn hatibûn hildan.Dîsa pêÅŸmergeyên çavnetirs bi navê hêzên taybet ya filan ÅŸêxî û filan kesî hatibûn binavkirin.
26 salên hikûmdariya kurdî û hebûna du akademiyên leÅŸkerî ku yek li Zaxo û ya din jî li Qereçolan e, qet ew efser û payebilindên eskrî yên ji van akademiya mezûn bûbûn xuya nedkir. Ti rola wan di ÅŸer de nebû. Rêveberiya eniyên ÅŸer hemû radestî berpirsên hizbî hatin kirin. Bi navê hizban daxuyanî didan, serkeftinên li eniyên ÅŸer jî wekî serkeftinên hizban dihatin hesabkirin.
Me hemiyan hizir kir êdî tiÅŸtek nemaye bi navê madeya 140´an û êdî li Iraqê biryar ya kurdan e. Gelek caran ji aliyê rayedarên herêma Kurdistanê ve jî hat gotin ku êdî tiÅŸteke bi navê madeya 140´an nemaye, ji ber ku me bi xwîna sedan ÅŸehîdan ew herêm ji çeteyên DAIÅž'ê rizgar kirine.
Lê belê piÅŸtî ku DAIÅž'ê balansa hêzê û gel ji dest da û êdî nekarî li hember hêzên pêÅŸmerge û hevpeymanên navdewletî xwe bigire, tiÅŸtek ji vê yekê xuya nake. Bendewarî ew bû ku ev herêm hemû bikevin bin serweriya hêzên baÅŸûrê Kurdistanê, bi tayebtî herêmên di sînorê madeya 140´an, yên ku bê ÅŸer hatinbûn berdan, bi ÅŸer û xwîna zarokên kurd hatin rizgarkirin. Dema mirov li rewÅŸê dinêre wekî ku cara yekê be rayedarên kurd siyasetê dikin û nekarîn di guhertinên herêmê de qezenca gelê xwe misoger bikin.
Di germe germa ÅŸerê DAIÅž'ê de parlamenta xwe bê bandor kirin. Serokê parlementoyê ji paytextê dûr xistin. Wezaretên xwe bê wezîr hêlan. Bi tayebtî jî Wezareta PêÅŸmerge di wan kar û danên dijwar de bi behaneya ÅŸerê terorê û astengiyên Bexdayê hene qeyrana aboriyê afirandin û bi yek carî peywendiya bi Bexdayê re birîn. Nakokî û mil milana navxweyî heta kopîtkê bilind bû bi tayebtî li ser kursiya Barzanî. Barzanî jî amade nebû dest ji kursiyê xwe berde.
Ev hemû bûn cihê nîgeraniya welatên hevpeyman. Hemû serok, wezîr û rayedarên welatên serdana BaÅŸûr kirin nîgeraniya xwe ji ber nakokiyên hundirîn anîn zimaê û di gotin ev ne dema wê yekê ye. Lê aliyê din welatên hevpeyman gelekî dilteng bûn bi firotina çek, tirimbêl û alavên eskerî yên ku ji bo pêÅŸmergeyan ÅŸandibûn, bi taybetî jî Almanya gelekî dilteng bû bi firotina çekên xwe di bazêrên reÅŸ de.
Heta servîsa îstîxbarata Rusyayê eÅŸkere kir ku BaÅŸûr neft, gaz û xaz ji bo DAIÅž'ê dabîn kiriye. Lê carekî bi tenê jî kesek li ser van karan ne hate girtin û cezakirin. Dîsa ji xeynî hêza pêÅŸmerge çendîn hêzên din li herêmên madeya 140 bi cîh bûn. Wekî HeÅŸdî Åžebî, HeÅŸdî Wetenî, LeÅŸkerên Iraqê, Hêzên PKK'ê û YBÅž´ê, YJÅž û Hêzên Tirk. Piraniya van hêzên jî wê ji bo BaÅŸûr bibin sedema poÅŸmaniyê.
Beriya niha cihê lingên kurdan li Mûsil qayîm bû. Ala Kurdistanê li ser gelek avahiyên gelemperiyê hildayîbû û rayedarên kurd digotin nîvê Mûsilê kurd in. Lê niha ti rola kurdan li Mûsilê nemaye. Dîsa jî heta niha baÅŸûrê Kurdistanê xwe ji bo rewÅŸa piÅŸtî derxistina DAIÅž'ê ji Mûsilê amade nekiriye.
Wate, heta niha baÅŸûrê Kurdistanê ji ÅŸerê DAIÅž'ê tiÅŸtek qezenc nekiriye ji bilî dirûÅŸmeya “di ÅŸerê li dijî DAIÅž'ê de em nûnertiya cîhanê dikin“. Ev dirûÅŸme jî piÅŸtî demekê wê bê wate bibe dîsa û em ê vegerin wekî berê. DirûÅŸmeya referandûmê jî dê qet û qet nikaribe qerebûya van ziyanan hemûyan bike.