Diyarname
Hakêm Bibiana Steinhaus (38 salî) niha xwe amade dike ku wekî yekemîn jin li Lîga 1'emîn a Bundeslîgaya Almanyayê maçê bi rê ve bibe.
Steinhaus di sala bê (serdema 2017-2018) di Bundeslîgayê de maçan bi rê ve bibe ku bi vê yekê dê bikeve nava dîroka Bundeslîgaya Almanyayê. Federasyona Fûtbolê ya Almanyayê daxuyand û got: "Ji bo hemû hakêmên jin û mêr hedefa wan a sereke ye ku di Bundeslîgayê de peywirê bigirin."
Hakêm Steinhaus ku dê bibe yekemîn hakêma jin ku di Bundeslîgayê de kar bike jî wisa got: "Di Bundeslîgayê de hakemî kirin her xeyala min bû. Ji bo vê yekê ez gelek xebitîm. Di dawiyê de ez gihîştim xeyala xwe."
Steinhaus ku pîşeya wê polîsî ye û li Hannoverê dijî ji sala 2011'an ve di Lîga 2'yemîn a Almanyayê de hakêmî dike. Steinhaus di Olîmpiyatên Londonê de maça fînalê ya di navbeda Japonya û DYA'yê de bi rê ve bir.
Hakêm Steinhaus ku bavê wê jî hakêm bû di lîga fûtbolê ya jinan de dest bi kar kir û heta niha 80 maç bi rê ve birine.
Li Almanyayê eleqeya jinan ji bo fûtbolê
Li Almanyayê jin eleqe nîşanî fûtbolê didin. Di sala 1990'î de lîga fûtbolê ya jinan hat avakirin. Niha di Lîga 1'emîn a Fûtbolê ya Jinan de 12 tîm hene û herî dawî tîma Bayer Munîh a jinan bû şampiyon. Di lîga jinan de herî zêde FFC Frankfurt bûye şampiyon.