Belkî ji her tiÅŸtî pirtir pîvan e exlaq ji bo civakekê yan jî ji bo mirov bi xwe. Lê ji ber ku di heman katê de exlaq têgeheke guherbar e ji bo civakan yan jî mirovan, di têkiliyên di navbera mirovan yan jî civakan de tiÅŸtekî problematîk e jî. Ligel problematîkbûyîna xwe ji bo nêzîktêdayînan diyarkêr e ku gelek caran hebûn û nebûna wijdan û edaletê jî diyar dike. Civak, gel yan jî kesên ku exlaq ne dîsîplîneke kesayetiya wan be, hem wijdan hem jî edalet bi problema di jiyana wan de. Heta hesta edaletê qels û winda dibe ku êdî pê li her tiÅŸtî û her nirxê dike/dikin. Dibin kujêrên nirxan.
Gelo exlaqê pênûsê heye ya na? Di heman demê de iwjdan û edaleta pênûsê… yan jî mirov bi awayekî din bipirse: exlaqê pênûsê bi yê nivîskêr ve girêdayiye yan na? Bersivandina van pirsan ez bawer dikim ku dê gelek tiÅŸtan zelal bike. Heger ev pirs neyên bersivandin dê ji merhaleya pirsê derbasî merhaleya pirsgirêkê bibin ku wê bi xwe re gelek tiÅŸtên din jî biêÅŸînin. Ji bo edebiyatekê û pêÅŸketina wê divê ev pirs bêne bersivandin. Tew edebiyateke mîna edebiyata kurdî ku ji bo bibe xwedî nasnameyekê û di nav edebiyata cîhanê de cihekî xwe yê bi rûmet bigire, ligel hemû astengiyan, di berxwe dide, bersiva van pirsan hinekî din girîng dibe.
Helbet têkiliya pênûs û yên pênûsê bikar tînin heta niha hatiye nîqaÅŸ kirin û gelek nerînên ji hev cuda hene di vê mijarê de. Lê tiÅŸteke eÅŸkere heye ku ew jî ev e: dîsîplînên xweser ên edebiyat/nivîsê hene, ji lewra jî exlaqê nivîsê/pênûsê jî heye û nivîskar qet nebe divê van disîplînan ji bîr ve neke ku bikaribe wijdan û edaleta pênûsê bikar bîne û exlaqê pênûsê biparêze. Helbet mebesta me ji exlaq ne nirxên exlaqê civakê û hiÅŸmendiya kolektîv e. Nivîskar ne hewceye ku li gorî exlaqê civakê tevbigere yan jî pênûsa xwe bikar bîne. Dibe ku bi tundî li dijî nirxên exlaqî yên civakê derkeve lê mecbûr e ku exlaqê pênûsê ji bîr neke ku bi rûmeta pênûsê nelîze. Ev yek hinekî jî bi kesayetiya nivîskêr a edebî ve girêdayî ye. Ger xwedî xwe û kesayetiyekê be tu bivê nevê dê exlaqê pênûsê û yê edebiyatê jî biparêze lê ku ne xwedî xwe û kesayetiyekê be dê edebiyatê jî edebiyatvanan jî biêÅŸîne. Ji pênûsa bi exlaq nivîsa bi qerekter derdikeve. Zimanekî berzekirî û bi rûmet derdikeve.
Ji bo exlaq parîkî jî kamilbûn hewce dike. Divê mirov berî ku bibe dîk dest bi azanê nede. Ya na dê dengê qijakê derkeve ji zengeloka zelal. Pirsgirêk parîkî ji vir derdikeve. Heger mirov kedê nede ji bo ku xwe bikemilîne di warê edebiyatê de, dê gelek caran nivîsên bê qerekter û zimanekî bêexlaq derkeve holê.
Lê piranî ev pirsgirêk xwe di rexneyê de derdixe holê. Her çiqasî rexne ji bo edebiyatekê pîvana hebûn û nebûnê be jî (ku bi rastî ji bo edebiyata kurdî û pêÅŸketina wê pîvana seretayî ye îro), gelek caran rexneyên ji pênûsa bêexlaq (!?) problemê jî diafirîne ji bo edebiyatê. Lê mixabin, çi di rexneyên gelemperî de çi jî di rexneyên loqal de mirov pêrgî rexneyên pênûsa bêexlaq tê yan jî nirxandinên di der heqê edebiyata kurdî de tê ku wekî nivîskar û xwendevanekî, têra xwe pê diêÅŸe. Ji bo ku xwendevan bi nivîsê neêÅŸe berî her tiÅŸtî divê disîplînên edebiyatê neyê û exlaqê pênûsê neyê ji bîr kirin. Divê mirov ji bîr ve neke; nivîsa bi qerekter ji ji pênûsa bi exlaq û xwedî wijdan derdikeve.
imemzal@hotmail.com