Diyarname
Weşanên Belge weşanek çepgir e û ev 40 sal in weşanê dike. Polîsan îro bi ser weşanxaneyê ku navenda wê li Sultanahmeta Stenbolê ye de girt û dest danî ser dora 2 hezar heb pirtûkî.
Li gor nûçeya Hayri Tunç a di "Direnişteyiz" de bi îdîaya têkiliya weşanxaneyê ligel DHKP-C heye bi ser Weşanxaneya Belgeyê de girtine.
Belge ji aliyê Ragip Zarakolu û Ayşenur Zarakolu ve hate avakirin. Heta niha weşanxaneyê bi sedan pirtûkên bi cur bi cur weşandine ku di nav wan de yên li ser kurdan jî hene û di nav wan de hindik bin jî çend bi kurdî jî hene. Lê piraniya pirtûkan li ser çepgirî, partiyên çep, li ser kêmareyên Tirkiyeyê û hwd.
Di serdegirtina îro de polîsan bi îdîaya der barê wan de biryara berhevkirinê heye dest danî ser pirtûkên "Devletsiz Kurtler" (Kurdên Bêdewlet) û "Olumden Zor Kararlar"(Biryarên ji mirênê zêdetir). Li gor nûçeyê hin pirtûkên ji salên 1980-90'î mane ku derbarê wan de biryara berhevkirinê nîn e jî birine. Bi temamî polîsan 2170 pirtûk ligel xwe birine.
Hat gotin ku xebatkarê weşanxaneyê Mehmet Ali Variş hat binçavkirin û paşê hat berdan.