SILÊMANÎ
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku şevê din ji Hewlêr giha bajarê Silêmaniyê, îro tevlî 5'emîn Panela Silêmanî ya li Zanîngeha Amerîka ya Silêmaniyê bû.
Heyder Ebadî di panelê de axaVî got; "Me nîşan da ku iraqî bi hemû cudahiyên xwe ve dijî DAIŞ'ê şer dikin. DAIŞ'ê zêdetirê 35 mîlyar dolar zirar gihand aboriya Iraqê." Her wiha Ebadî bi boneya 8'ê Adarê jinên Iraqê jî silav kirin û got ku ew dixwazin hejmara tevlîbûna jinan a di siyasetê de zêde bikin û got; "Em dixwazin jin bibin serokên hizban."
Heyder Ebadî bal kişande ser girîngiya yekbûna Iraqê û têkildarî navçeyên li ser madeya 140 (navçeyên aloz) wiha got; "Emê navçeyên bi aloz bikin navçeyên lihevkirinê." Ebadî diyar kir ku ew naxwazin cardin dîktatorî bibe desthilat û iraqekî li ser bingehê demokrasiyê pêş bikeve dixwazin.
Ji ROJNEWS'ê hatiye girtin