Diyarname
16'emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe '!f İstanbul' îsal jî temam bû. Festîvalê bi merasima xelatdayînê deriyên xwe heta salek din girtin. Meha pêşiya me heman festîval li Enqere û Îzmîrê jî wê li dar bikeve.
Di '!f İstanbul'ê de Xelata "Kifşa Salê" di warê derhêner de dan derhênerê îranî Reza Dormishian (bi fîlmê “Lantouri")
Fîlmê derhênerê misrî Tamer El Saîd bi fîlmê xwe “In the Last Days of the City/Di rojên dawî yên bajêr de" xelata Taybet a Juriyê û Xelata Siyadê girt.
!F İstanbul di warê "Pêşbaziya Evîn û Dinyayek Din" de ev sê sal e xelatek dide. Îsal xelat dan fîlmê "The War Show" (derhêner Andreas Dalsgaard, Obaidah Zytoon) ku li ser Bihara Ereban hatiye kişandin.
Di warê Kurtefîlmên ji Tirkiyeyê de jî Pinar Yorgancioglu bi kurtefîlmê xwe "Nebile Hanim'ın Solucandeligi" bû yekemîn. Di kurtefîlman de, kurtefîlmê Rûken Tekeş ê bi kurdî "Heverk" bû duyemîn, kurtefîlmê rojnameger, nivîskar û derhênera nû Pinar Ogunç "Evbark" jî bû sêyemîn.
Fîlmê ji DYA'yê beşdar bû "Rat Film" ku derhêneriya wî Theo Anthory kir jî ji aliyê juriyê ve bi Xelata Taybet hat xelatkirin.
Niha fîlm diçin Enqere û îzmîrê
Piştî bidawîbûna "!f İstanbul"ê dora Enqere û îzmîrê ye. Li her du bajaran di navbera 2-5'ê adarê de dê fîlm bêne nîşandayîn.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Di '!f İstanbul'ê de îro du kurtefîlmên kurdî hene
- 'Super Qehremanê kurd Gênco' hat
- Di '!F İstanbul'ê de fîlmên kurdî